Çeteleya tundiyê ya tîrmehê: 27 jin hatin qetilkirin

  • 09:07 5 Tebax 2021
  • Çeteleya Tundîyê
Dilan Babat
 
ENQERE - Li gor çeteleya tundiyê ya tîrmehê ya me amade kiriye 27 jin ji aliyê kesên nêzî wan ve hatin qetilkirin û 8 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Di meha tîrmehê de 11 zarok hatin îstismarkirin û daxistinên halê baş jî vê mehê dîsa dewam kirin. 
 
Bi Biryarnameya Serokkomariyê di 20'ê Adarê de Peymana Stenbolê hat betalkirin û di 1'ê Tîrmehê de bi temamî hat rakirin. Daxwaza jinên li dijî betalkirina Peymana Stenbolê di 1'ê Tîrmê de bi raperîna xwe bersiv dan ji nedîtive hat dîtin. Li dijî zêdebûyina komkujiya li ser jinan û tundiya mêr îktidar tu tedbîrê nagire û di meha tîrmehê de gelek zarok û jin bi tundiya mêr hedef hatin girtin. Bersûcan li dijî tundiyê dîsa bahaneyên ku tên zanîn derxistin pêş û zagonê jî ji van behaneyan re "daxistina halê baş" pêşkeş kir. 
 
27 jin hatin qetilkirin
 
Wekî Jinnewsê me dîsa wekî her mehê daneyên li ser çapemeniyê derdikevin pêş kom kir. Li gor van daneyan di meha tîrmehê de 27 jin hatin qetilkirin. Ji jinên hatin qetilkirin 4 jê ji malbata kurd a li Merama Konyayê hatin qetilkirin in. 8 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 7 jin jî dikirina bihatana qetilkirin. Her wiha di meha tîrmehê de 4 zarok hatin qetilkirin û 11 zarok jî hatin îstismarkirin. Tundî li 16 zarokî hat kirin û hinek jê dikiran bihatana qetilkirin. 2 zarokan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Tevî biryara dûrxistinê jî jin hatin qetilkirin
 
Di meha tîrmehê de 9 jin ji aliyê mêrên pê re zewicî 2 jin ji aliyê mêrê dikira dev jê berda û 1 jî ji aliyê lawê xwe ve hat kuştin. Dîsa jinek ji aliyê bavê xwe 1 ji aliyê dayika xwe ve 4 jin ji aliyê mêrên derbarê wan de biryara dûrxistinê hatibû dayin ve hatin qetilkirin. Di meha tîrmehê de jin herî zêde li Konya û Stenbolê hatin qetilkirin. Li Konyayê 4 jin li Stenbolê jî 4 jin hatin qetilkirin.