Rapora KCDP'ê ya meha Gulanê: 17 jin hatin qetilkirin

  • 14:25 3 Hezîran 2021
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora tundiyê ya KCDP’ê di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin û 20 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Em ê Kuştana Jinan Rawestînin (KCDP) bîlançoya tundiya mêran a meha Gulanê bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di meha gulanê de 17 jin hatine kuştin û 20 jinan jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane. Ji van 17 jinên hatine qetilkirin 10 jin bi kîjan hincetan hatine kuştin nehatiye tespîtkirin û 7 jin jî wextê xwestine ew û hevjînên xwe an hevalên xwe hevberdin hatine kuştin.