Çeteleya meha adarê: 27 jin hatin qetilkirin, 15 mirinên bi guman

  • 09:05 5 Nîsan 2021
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE - Îktidar bi feshkirina Peymana Stenbolê careke din bi dijbertî û dijminatiya xwe ya jinê derket pêş. Ev polîtikayan bandor li ser daneyên tundiya mêr a adarê jî kir. Di meha adarê de 27 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 15 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Îstismara li dijî zarokan zêde bû û darazê dîsa "daxistina halê baş" kir. 
 
Tundiya mêr her ku diçe zêde dibe. Bi biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê ya AKP-MHP'ê hukmên polîtikayên bêcezahiştinê yê zayendperest ên darazê derketin pêş. Jin ji bo Peymana Stenbolê bi salane li kolanan bûn û niha dîsa ji bo vê peymanê li kolanan e û têkoşîna xwe didomînin. Ji ber feshkirina peymanê tundiya mêr zêdetir bûye û di nava 24 saetan de 6 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatin qetilkirin. 
 
27 jin hatin qetilkirin, 15 mirinên bi guman
 
Di meha adarê de Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin  (KCDP) da zanîn ku 28 jin hatine qetilkirin û 18 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên wekî Jinnewsê em her meh didin hevdu di meha adarê de 27 jin ji aliyê kesên nêzî wan ve hatin qetilkirin, 15 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 3 jin bersûcên wan nehatin dîtin 5 jin jî hatin xwestin ku bên qetilkirin. 10 jin bi tundî û destdirêjiyê rû bi rû man. 6 zarok bi êrişa zayendî rû bi rû hatin hiştin. 6 zarok hatin qetilkirin 5 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.