Çeteleya meha sibatê: 24 jin hatin qetilkirin, li 16 jinan şîdet hat kirin

  • 09:05 3 Adar 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên me kom kirine di meha sibatê de 24 jin ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatine qetilkirin, 5 jinî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 4 jin bi hewldana qetilkirinê re hatin rû hev, her wiha dadgehan jî daxistina ceza ya ji ‘rewşa baş’ berdewam kir.
 
Li Tirkiyeyê di kuştina jinan de zêdebûnek pir cidî heye. Tirkiye ji tabloya reş a di mijara pirsgirêka jinê de, dernakeve û hema hema her roj sê jin tên qetilkirin û ev jî dibe sedema bertekên mezin. Tevî vê desthialtdarî di kuştina jinan de helwesta xwe ya li dijî jinan didomîne. Di rojên borî de serokwekîla Koma AKP’ê Ozlem Zengîn, der barê nîqaşên lêgerîna tazî de hinek gotin anîbûn ziman û vê jî zîhniyeta li hember şîdeta li ser jinê û bûyerên kuştina jinê carek din nîşan da. Nêzîkatiya destihlatdariyê ya di vê de herî zêde xwe di darazê de nîşan dide. Daraz di tekela desthilatdariyê de ye û biryarên bêcezabûê jî şîdeta mêr zêde dikin.
 
25 jin hatin qetilkirin
 
Li gorî daneyên meha sibatê yên me kom kirine di kuştinên jinan de û şîdetê de zêdebûneke cidî heye. Di meha sibatê de 24 jin ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Kujerê jinekê nehat dîtin, 5 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 4 jin bi hewldana qetilirinê re hatin rû hev. li 16 jinan şîdet û tecawiz hat kirin. Li 5 zarokan şîdet hat kirin, 2 zarok hatin qetilkirin. 2 zarokan bi guman jiyana xwe ji destan. Zarokek jî êrîşa zayendî lê hat kirin. Her wiha dadgehan di vê mehê de jî ji bo 5 gumanbaran ji rewşa baş ceza daxist.