Çeteleya tundiyê ya çileyê: 23 jin hatin qetilkirin

  • 09:07 6 Sibat 2021
  • Çeteleya Tundîyê
 
Dilan Babat
 
WAN - Li gor daneyên me dan hevdu di meha çileyê de 23 jin ji aliyê kesên nêzî wan ve hatin qetilkirin, 14 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Kujerên 3 jinan nehatin dîtin û dadgehan jî daxistina halê baş dîsa kirin. 
 
Têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr li her qadan didome. Tevî polîtikayên bêcezahiştinê yên darazê jin an tên qetilkirin an jî tundî li wan tên kirin. Tevî komkujiyên li ser jinan zêde dibin jî lê îktidar hîn jî dibêje komkujiyên jinan kêm bûye. Lê dema em lê dinêrin di rojekê de 3 jin tên qetilkirin û ev yek jî nîşan dide ku gotinê îktidarê ne rast e. Jin ji 2020'an bi hêrsa "Jinên tên qetilkirin raperîna me ne" derbasî 2021'ê bûn. Lê belê di sersala nû de dîsa jin hatin kuştin. Tevî helwesta îktidarê ya têkildarî Peymana Stenbolê jin dîsa li qadan e û li dijî komkujiyan dîsa dengê xwe bilind dikin. 
 
Di meha çileyê de 23 jin hatin qetilkirin
 
Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP)  da zanîn di meha çileyê de 23 hatine qetilkirin û 14 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên em her meh bi rêya çapemeniyê kom dikin vê mehê 23 jin ji aliyê kesên nasên wan ve hatin qetilkirin û 14 jin jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Mirinên bi guman ên wekî avêtina ji şaneşîna ya jinan bal kişand. Vê mehê kujerên 3 jinî nehatin dîtin û 4 jin jî bi qetilkirinê rû bi rû hatin hiştin. 2 zarokan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan û 3 zarok jî bi îstismara zayendî rû bi rû hatin hiştin. Dadgehê jî daxistina xwe ya halê baş dewam kir.