Di meha cotmehê de 22 jin ji hêla mêran ve hat kuştin

  • 09:41 4 Mijdar 2020
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya me ya şîdetê di meha cotmehê de 22 jin ji hêla mêran ve hat kuştin. Mirina 7 jinan û 4 zarokan jî bi guman e. 
 
Ji bo jinan Peymana Stenbolê destkeftiyekî girîng e, jinan li dijî nîqaşên betalkirina peymanê bertekên xwe nîşandan û nîqaşên betalkirinê hatin bi dawîkirin. Di meha cotmehê de jî jin li edliyê lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Alîgiriya darazê rê li ber şîdet û kuştina jinan vedike. Nêzîkatiya darazê dibe sedem ku zarok jî bi êrîşa zayendî re rûbirû bîminin. Ji ber ku kujer, êrişkar û tecawizkar bê ceza dîminin an jî cezayek kêm digirin. Di meha cotmehê de jî ji bo jinan mijara herî girîng jî doza çawîşe pispor Mûsa Orhan bû. 
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha cotmehê aşkera kiribû û li gorî raporê di cotmehê de 21 jin hatin kuştin û mirina 8 jinan jî bi guman e. 
 
Me nûçeyên ku di çapemeniyê de derketin holê kom kirin û daneyên meha cotmehê amade kirin. Li gorî daneyên me di meha cotmehê de 22 jin ji hêla mêran ve hat kuştin. Faîlê 20 jinan diyar in lê belê faîlê 2 jinan jî ne diyar in. Her wiha mirina 7 jinan jî bi guman e, 5 jin bi kuştinê re û 7 jin jî bi şîdetê re rûbirû man. Dîsa di meha cotmehê de 3 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû ma, mirina  4 zarokan bi guman e û zarokek jî hat kuştin. Dadgeh cezayê 7 faîlan jî bi hinceta "rewşa baş" kêm kir. 
 
Di meha cotmehê de herî zêde li Stenbolê kuştina jinan pêk hat. Di nava mehekî de 5 jin li Stenbolê hatin kuştin. Her wiha Amed jî di meha cotmehê de bêtir bi mirinên bi guman derket pêş. Li Amedê mirina 3 jinan û 2 zarokan bi guman e.