Di meha îlonê 24 jin hatin kuştin

  • 09:08 5 Cotmeh 2020
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên ku me berhev kirin di meha îlonê de 24 jin hatin kuştin, 18 mirina jinan jî bi guman e. Her wiha 13 zarok jî bi êrîşa zayendî re rûbirû man. 
 
Li tevahiya cîhanê hêj bandora vîrûsa konayê (Covid-19) didome. Di vê pêvajoyê de şîdeta li hemberî jinê bêtir zêde bû. Li şûna ku rê li ber şîdetê bigirin êrîşê destkeftiyên jinan ên wekî Peymana Stenbolê dikin. Lê bi têkoşîna jinê niha nîqaşên bi dawîkirina Peymana Stenbolê nayê kiri. Çend hikûmet di nirxandinên xwe de bêje şîdet kêm bûye lê rastî wisa nîne. Ji ber polîtîkayên bêceza hiştinê kuştina jinê her roja ku derbas dibe zêde dibe. 
 
Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinê Rawestînin (KCDP) di meha îlonê de 16 jin hatin kuştin û mirina 20 jinan jî bi guman e.
 
Li gorî daneyên ku me di meha îlonê de 24 jin hatin kuştin. Mirina 18 jinan jî bi guman e. 9 jin jî bi kuştinê re rûbirû man. 23 jin jî ji hêla mêrên ku nasdikin, an jî biyanî re bi şîdet, taciz û tecawizê re rûbirû man. 13 zarok bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û mirina 4 zarokan jî bi guman e. Her wiha zarokek jî di endama êrîşên nîjadperestî de jiyana xwe ji dest da.