Di meha tebaxê de 34 jin hatin kuştin

  • 11:55 4 Îlon 2020
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî nûçeyên ku me di çapemeniyê de kom kirin di meha tebaxê de 34 jin hatin kuştin û 10 jin bi mirinê re rûbirû man û mirina 20 jinan jî bi guman e. 
 
Niha li tevahiya cîhanê ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) rewşekî awarte heye. Di vê pêvajoyê de jî rewşa jinê û têkoşîna jinê rewşeke cuda girt. Dewlet bi hemû hêza xwe destkeftiyên jinan hedef girt. Niha her roj jin tên kuştin, bi taciz û tecawizê re rûbirû dimînin. Her wiha hejmara zarokên ku bi êrîşa zayendî re rûbirû dimînin jî her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. 
 
Di pêvajoya pademiyê de betalkirina Peymana Stenbolê jî hat rojev e. Di tebaxê de jin daketin qadan û xwedî li peymanê derketin. Derketina jinan a li qadan bû sedema ku hikûmet carek din paşve gav bavêje. Ev tişt ji bo jinan girîng bû. Her wiha dîsa di meha tebaxê de mijara herî girîng ya ku bêtir derket rojevê jî mijara çawîşê pispor Mûsa Orhan e. Îpek Er bi tecawiza Mûsa Orhan re rûbirû mabû û ji bo ku edalet pêk bê Mûsa bê girtin dawî li jiyana xwe anî. Ligel bertek û nerazîbûnan Mûsa Orhan hat girtin lê bele zîhniyeta serdest a mêr piştî çed rojan Mûsa Orhan serbest berda. 
 
Zîhniyeta serdest carek din bi hewldana xwe rê li ber taciz, tecawiz û kuştina jinê vekir. Li tevahiya Tirkiyeyê di meha tebaxê de şîdeta li hemberî jinê zêdê bû. Li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) di meha tebaxê de 27 jin hatin kuştin û 23 jin bi awayî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Me nûçeyên ku derbarê kuştin, şîdet, taciz û tecawizê de derketin kom kirin. Em ê daneyên meha tebaxê aşkera bikin. Li gorî daneyên ku me kom kirin di meha tebaxê de 34 jin hatin kuştin. Mirina 20 jinan jî bi guman e, 10 jin jî bi mirinê re rûbirû man. 13 jin bi şîdet, taciz û tecawizê re rûbirû man. Her wiha 8 zarok jî bi şîdet û tecawizê re rûbirû man. 4 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.