Ji KCDP'ê Rapora meha hezîranê: 27 jin hatin qetilkirin

  • 12:57 3 Tîrmeh 2020
  • Çeteleya Tundîyê
STENBOL - KCDP'ê diyar kir ku di meha Hezîranê de 27 jin hatine qetilkirin û xwest ku kiryar bi cezayekî girantir bên darizandin ji bo ku ji sûcê dikin bên dûrxistin. 
 
Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Hezîranê aşkere kir. Di raporê de, hat destnîşan kirin ku di nava mehekê de 27 jin ji aliyê zilam ve hatine qetilkirin. KCDP’ê, da zanîn ku li welat her roj kuştina jinan rû dide, tundiya li ser jinan û destdirêjiya li dijî zarokan zêdetir dibe. 
 
KCDP’ê di rapora xwe de bal kişand ser awayê kuştinên jinan û wiha got: “Ji 27 jinên hatine qetilkirin, sedema kuştina 11 jinan nehat tespîtkirin, 2 jê ji ber hincetên aborî, 14 jê ji ber xwestin derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatin kuştin.” 
 
KCDP’ê di dawiya rapora xwe de, xwest ku sedema kuştina jinan û bersûcên wan bê tespîtkirin û cezayên giran li wan bê birîn.