Di meha gulanê de 31 jin hatin kuştin

  • 10:49 3 Hezîran 2020
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERÊ - Di pêvajoya pandemiyê de hejmara şîdeta li hemberî jinê û kuştina jinê zêde bû, li gorî daneyên me di meha gulanê de 31 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin.
 
Di pêvajoya pandemiyê de li tevahiya cîhanê şîdeta li hemberî jinê zêde bû. Li gorî daneyên Wezareta Karê Hindûrin li Tirkiyeyê şîdeta di nava malê de kêm bûye. Wezaret daneyên xwe li gorî kijan esasî çêdike ne diyar e. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) daneyên xwe ya meha gulanê parvekirin û li gorî daneyan 21 jin hatin kuştin û her wiha li gorî daneyên Ajansa me Jin Newsê jî di vê mehê de 31 jin hatin kuştin. 
 
Li gorî daneyên ajansa me Jin Newsê, di pêvajoya pandemiyê de hejmara kuştina jinê û şîdeta li hemberî jinê zêde bû. Li gorî daneyên me di meha gulanê de 31 jin hatin kuştin. Kujerên 19 jinan hat diyar kirin, lê mirina 12 jinan di qeydên fermî de wekî bi guman û întixar hatin derbaskirin. Her wiha 4 jin jî bi kuştinê re rûbirû man û 3 zarok jî hatin kuştin. 2 zarok bi êrîşa zayendî û 2 zarok jî bi şîdetê re rûbirû man.