Çeteleya tundiyê ya meha adarê: Zihniyeta baviksalarî ya ji virusû talûketir 34 jin qetil kir

  • 11:29 3 Nîsan 2020
  • Çeteleya Tundîyê
Dilan Babat
 
ENQERE-Di meha adarê de jî têkoşîna jinê ya li dijî tundî û zihniyeta baviksalarî dewam kir. Di vê mehê de jî zihniyeta baviksalarî ya ji virusû talûketir 34 jin qetil kir. 
 
Di meha Adarê de bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinê ya Cîhanê jinan qad terk nekirin. Di meha adarê de jî têkoşîna jinê ya li dijî tundiya mêr dewam kir. Di vê mehê de jî li dijî jinê tundî pêk hat û êrîşa zayendî ya li dijî zarokan dewam kir. Ji ber Vîrusa Koronayê banga li mal bimînin hat kirin û li ser vê yekê tundiya li ser jinê zêdetir bû. Zihniyeta baviksalarî ya her dem bi polîtikayên bêcezabûnê tê xelatkirin ji aloziya Vîrusa Koronayê hêz girt. Li gor rapora Platforma Em ê Kuştinên li dijî Jinê Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha adarê eşkere kir. Li gor raporê 29 jin hatin qetilkirin û 9 jinan jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
 
Di meha adarê de 34 jin hatin qetikirin
 
Wekî Jin Newsê li gor daneyên li ser çapemeniyê hatine ragihandin vê mehê 26 jin ji aliyê mêrên herî nêz ve hatin qetilkirin û 8 kujerên ku 8 jin qetil kirine nehatin dîtin. Di meha adarê de 34 jin hatin qetikirin. 4 jin bi êrîşa zayendî rû bi rû man û 3 zarok jî bi tecawiz û êrîşa zayendî rû bi rû man.
 
Jin hem li dijî vîrusê hem jî li dijî 3'yemîn pakêta darizandinê têdikoşin
 
Naveroka 3'yemîn pakêta darizandinê bi raya giştî re hat parvekirin. Di pakêta darizandinê de hat gotin ew ê cezayê kesîn tecawizkar, tundî li dijî jinê kirine û êrîşa zayendî pêk anîne, bê daxistin. Jinan li dijî vê yekê bertek nîşan dan. Ji ber bertekên jinan hikumetê diyar kir ku ev madeya ew ê di pakêtê de cih negire. 
 
Ji bo jinan xeta piştigiriyê hat avakirin 
 
Ji bo jinên li malên xwe bi tundiyê rû bi rû tên hiştin "Klavûza parastina ji tundiyê" hat amadekirin. Her wiha li dijî tundiyê  hejmara 02129124243 ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê hat avakirin.