Di meha dawî ya salê de mêran 44 jin qetil kirin

  • 09:14 5 Çile 2020
  • Çeteleya Tundîyê
ENQERE- Sala nû hat û li Tirkiyeyê tenê di meha Kanûnê de  herî kêm 44 jin hatin qetiklirin û 27 jin jî bi şîdet û kuştinê re hatin rû hev. 7 zarok ji aliyê xizmên wan ve rastî îstîsmara zayendî hatin. Dadgehan dîsa dest ji daxistina ceza ya ji rewşa baş,bernedan.
 
Di meha Kanûnê ya 2019’an de jin dîsa ji aliyê mêrên nêzî xwe ve hatin qetilkirin. Polîtîka bêcezakirinê ya dewletê dîsa rê li ber qetilkirina jinan vekir û jinên ku parastina cewherî pêk anîn jî rastî cezayên herî giran hatin. Li Tirkiyeyê tabloya şîdeta li hember jinan hîna jî cidiyeta xwe diparêze û ji ber ku Peymana Stenbol û qanûna hejmar 6284 pêk nayê, kuştinên jinan jî zêde dibin.
 
Li gorî daneyên ku JINNEWS’ê kom kirine, di meha Kanûnê ya 2019’an de herî kêm 32 jin hatine qetilkirin, 27 jin bi şîdet û kuştinê re hatin rû hev. Her wiha 7 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. 8 zarok hatin qetikirin. Darazan di vê mehê de jî dest ji daxistina cezayên ji rewşa baş bernedan.