KCDP: Di 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin

  • 16:34 31 Kanûn 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDP'ê diyar kir ku li gor rapora wan a li ser tundiya mêr a li ser jinê di sala 2019'an de 474 jin hatine qetilkirin. 
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ropara xwe ya tundiya mêr a li ser jin û zarokan a 2019'an aşkere kir. 
 
Di 2019'an de 474 jin hatin qetilkirin
 
Li gor daneyên KCDP'ê yên îsal 474 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin ku li malê, li ser rê, li behrê, li ber robaran gelek jin bi awayekî bi guman mirî hatin dîtin. Her wiha di raporê de hat gotin jinên ku biryara parastinê ji bo wan hatibû dayin û dema ji doza hevberdanê dihatin hatine qetilkirin û tevî ku jinan xwestina ji bo biryara parastinê bê dayin lê ev yek pêk nehatiye. Hevberdan wekî hincet hat nîşandan û gelek jin bi vî awayî hatin qetilkirin. Jinan ji ber ku daxwaza zewacê qebûl nekirin hatin kuştin. Jinên ku ji tundiyê reviyan û li sitargehan bi cih bûn hatin kuştin. Las Tesisa ku li dijî tundiyê li cîhanê belav bû bi mudaxaleya polîsan rû bi rû hat hiştin.