KCDP: Di meha tebaxê de 50 jin hatin kuştin

  • 11:44 4 Îlon 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) ya meha tebaxê  50 jin hatine kuştin.
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora tundiya li ser jin û zarokan a meha tebaxê aşera kir. Li gorî raporê, di tebaxa 2019'an de 50 jin hatine qetilkirin. Di raporê de hat destnîşan kirin ku mirina 7 jinan bi guman e û her wiha sedema kuştina 29 jinan jî ne diyar e. 3 jin bi hinceta aboriyê, 10 jin ji ber daxwaza doza hevberdanê hatin kuştin. 
 
Di raporê de derbarê kuştina jinan de ev tişt hat gotin: "Heta ku neyê tespîtkirin jin ji aliyê kê ve ji ber kîjan sedemê tên kuştin; darizandineke adîlane neyê kirin, gumanbar û kujer  cezayê wan ji vê pêkanînê dûr bixe neyê dayîn, wê ev tundî berdewam bike."
 
Di raporê de hat destnîşankirin ku 14 jin ji hêla mêrên ku bi wan re  zewicandî bûn hatin kuştin û di raporê de ew dane hatin ragihandin: "Di nav 49 jinan de kujerê 8 jinan nayê zanîn. 8 jin ji hêla xizmên xwe, 7 jin ji hêla mêrên ku têkiliya wan bi hev re hebûn, 3 jin ji hêla mêrên ku berê têkiliya wan bi hev re hebûn, 2 jin ji hêla bavê xwe, 2 jin ji hêla mêrê ku dev ji hev berdane, 2 jin ji hêla birayê xwe ve, 2 jin ji hêla kurê xwe ve û jinek jî ji hêla zirkurê xwe ve hat kuştin."
 
KCDP di rapora xwe ya meha tebaxê de da zanîn ku divê rayedarên berpirs ji bo wekheviya zayendî ya civakê, gotin û hewldanên xwe biguherîne. Her wiha platform daxwaza pêkanîna qanûna 6284'an û Peymana Stenbolê kirin û got: "Li dijî kuştina jinê û îstîsmarkirina zarokan divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. Li gorî daneyên ku me di sala 2010'an de heta îro girtiye dest 2 hezar 816 jin dixwastin bijîn."
 
KCDP'ê dema rapor amade kir hejmara 49 bûn lê nîvê şevê jinek din hat qetilkirin û hejmar bû 50 jin.