KCDP: Di 6 mehê ewil de 214, di hezîranê de 40 jin hatin qetilkirin

  • 16:37 5 Tîrmeh 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gor rapora KCDP'ê ya meha hezîranê ya jin û zarokan di 6 mehê ewil ê salê de 214 di meha hezîranê de 40 jin hatin qetilkirin. Vê mehê komkujiya jinan herî zêde li Stenbolê hat jiyîn. Îstismar û şideta li dijî jinan didome. 
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin rapora tundiya li ser jin û zarokan aşkere kir. KCDP'ê diyar kir ku tundî û îstismar ji ya ku li ser medyaya civakî hatiye parvekirin zêdetir in. 
 
Li gor rapora ku hatiye amadekirin di 2019'an de di 6 mehên ewil de 214 di meha hezîranê de 40 jin hatin qetilkirin. Vê mehê komkujiya jinan herî zêde li Stenbolê hat jiyîn. Îstismar û şideta li dijî jinan didome. Di meha hezîranê de 8 jin bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 21 jin ji bo çi hatin qetilkirin nehat tespîtkirin. Du jin bi hinceta aborî hatin qetilkirin û 9 jin jî dema ku xwestin derbarê jiyana xwe de biryarê bidin hatin qetilkirin. Di raporê de hat gotin  ku heta ku bêcezabûn bi dawî nebe, tedbîrên ji bo tundiyê neyê girtin ew ê tundî bidome. 
 
Jin bajarên ku lên nayên qetilkirin dixwazin
 
Di raporê de hat diyarkirin ku jin bajarên ku lên nayên qetilkirin dixwazin û wiha dewam kir:"Li herêmên cuda û li bajarên cuda jin tên qetilkirin. Heta ku madeya 6284 bi awayekî çalak neyê bikaranîn ew ê jin neyên parastin."