KCDP: Di meha Adarê de 27 jin hatin qetilkirin

  • 10:22 9 Nîsan 2019
  • Çeteleya Tundîyê
NAVENDA NÛÇEYAN - KCDP rapora xwe ya meha Adarê aşkera kir û diyar kir ku 27 jin di meha Adarê de hatin qetilkirin. 
 
Platforma Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê (KCDP) rapora xwe ya meha Adarê aşkera kir. Nûçe û serlêdanên der barê tundiya li hemberî jinan û  zarkokan kom dike û raya giştî re parve dike. Li gorî rapora KCDP’ê di meha Adarê de 27 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin û herî zedê li Stenbolê jin hatin qetilkirin. 
 
‘13 jin çima hatin qetilkirin’
 
Li gorî raporê kuştina 8 jinan wekî bi guman hatiye qeydkirin. Di rapora  KCDP’ê de ev tişt hatin gotin: “Nehat zanîn ku 13 jin çima hatin qetilkirin. 6 jinên ku ji bo jiyana xwe biryar dan hatin qetilkirin. Heta ku sedema qetilkirin û ji hêla kê ve hatin qetilkirin neyê zanîn darizandineke edîlane pêk nayê. Bersûc û qetîl her tim cezayê kêmkirinê digirin û azad dibin. Divê ev rewş biguherin ku jin êdî neyên qetilkirin.”
 
‘Li Stenbolê 8 jin hatin qetilkirin’
 
Li gorî raporê: “Herî zedê li Stenbolê jin hatin qetilkirin. Stenbolê 8, Mêrsînê 2, Antalyayê 2, Enqereyê 1, Aydinê1, Bursayê 1, Erziromê1, Dîlokê 1, Hatayê 1, Îzmîrê 1, Kirikkaleyê 1, Kirklareliyê 1, Kocaeliyê 1, Konyayê 1, Tokatê 1, Trabzonê 1, Uşakê 1, Gumuşhaneyê jinek hat qetilkirin.  Jinên bi navê Samîra Arslan, Ayşe Demîr, Sînem Gedîk, Suzan H, Elmas Aksu, Fîkar Talu, Hacer Cengîz, Fatma Şengul, Ayyuş Çetîn, Ayşe Dayioglu, Ozlem S,Mîne Topçu, Seher Polat, Fatma Erdogan, Muslîme B, Nîhal Işıldar, Yelîz Y, Saadet K, Kezîban Ercan, Ayşe Solmaz, Zeynep Esîn, Arzu Ozkan, Leylî E, Zeynep Ozturk, Aynî D, Ebru Erdem û jina 47 salî ya ku navê wê nehat zanîn hatin qetilkirin. 
 
‘Jin ji hêla xizmên xwe ve tên qetilkirin’ 
 
6 jin ji hêla hevjinê xwe ve hat qetilkirin, 4 jin ji hêla hezkiriyê xwe ve hat qetilkirin û 4 jin ji hêla zarokên xwe ve, jinek ji hêla destgirtiyê xwe ve, jinek ji hêla xizmên xwe ve jinek ji hêla zavayê xwe ve û jinek jî ji hêla hevserê xwe yê dev jê berdaye ve hat qetilkirin. 3 jin hatin daliqandin, 10 jin bi çekê, 2 jin bi tundiya fîzîkî, 3 jin bi kêran û jinek jî ji avahiyek bilind hat avêtin. 8 jin jî nayê zanîn ku bi çi rengî hatin qetilkirin. Her wiha 2 jinên naxebitin, 2 jinên ku li derve dixebitin hatin qetilkirin. Her wiha nayê zanîn ku 22 jin dixebitin an na.”