Hedefa nû fenomenên ku reytîngan zêde dikin

  • 09:02 19 Mijdar 2023
  • Medya Kritîk
 
Zuhal Atlan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Em ji medyayê dipirsin ku gelo pirsgirêka Tirkiyeyê tenê operasyona li hemberî Dîlan û Engîn e? 
 
Van rojan di rojeva çapemeniyê de operasyon û girtinên li dijî fenomenên çapemeniya civakî hene. Li dijî fenomenên Instagramê ku jê re dibêjin ‘înfluencer’ û bi sedhezaran kes wan dişopînin, operasyon pêk hat. Em hinceta operasyonê li aliyekê bihêlin û li sedema zêdebûna eleqeya çapemeniyê ya li dijî van sexsan binêrin.
 
Bi Dîlan û Engîn Polat hat destpêkirin. Bi lêpirsîna ku çavkaniya ewqas pereyan li ku tê hatin girtin. Niha jî xwişkên hev Bahar û Nîhal Candan bi operasyonekê hatin girtin û vê di çapemeniyê de deng da. Gelo dengdayîna van bûyeran û her wiha wek deqeya dawî derbaskirin tê çi wateyê?
 
Van kesên ku demekê di bernameyên televîzyonan de bi reytîngên zêde dihatin temaşekirin û girseyek mezin bi saetan li ser ekranan ev şexsan temaşe dikirin, çima di carekê de ketin rojeva çapemeniyê. Ev operasyonên ku şerê Israîl-Fîlîstînê jî li pey xwe hiştin gelo çi bû ku wiha bûn rojeva sereke. Li pişt van operasyonên çi heye gelo?
 
Di serê salên 2000’î de bernameyên wekê Pop Star an jî bernameyên zewicandinê gelek navdar bûn û girseyeke ku ber ekranan bi saetan ev temaşe dikirin hebûn. Kesên ku nedixwestin tiştên li welat vedigerin bên dîtin, ev bernameyên wisa dikirin dewrê; civakeke ku lêpirsîn nake, nafikire diafirandin. Dîsa em tam di nokteyeke wisa de ne.  
 
Çapemeniya ku bandora krîza aboriyê nîşan nade, hêza li pişt Ogun Samastê ku Hrant Dînk qetil kir û tahliye kir jî nabîne, mudaxaleya Darazê ya ji bo DDB’ê nîşan nade, bi yek hevokê jî rewşa girtiyên nexweş nade, çi balkêşe ku derdê wan bûye operasyonên li hemberî qaşo bûne fenomenan. 
 
Wek min li gor jî destnîşan kir, ji bo civakek bêdeng, lêpirsîn nake, nanirxîne, rastiyan nabîne bê afirandin ev tên kirin. Em nêrînke wisa bi awayekî aşkera dibînin ku bi riya çapemeniya civakî ya Instagramê tê kirin.
 
Fenomenên wekê ku tu derde jiyanê tuneye bi storyên "Ez ê îro pere çawa xerc bikim" an jî "Dê û hevjînek hîn baştir çawa ye" zîhînan meşgul dikin, dibin sedema girseyeke ku ji rastiyê direvin, bûn qurbaniyên dema nû yên çapemeniyê. 
 
Fenomenên ku demekê hatin mezinkirin, bi saya wan reytîngên bilind di carekê de kirin pîrebok. Çapemeniya ku niha cihê dadgehan girtiye, carek din serê objektîfbûnê xêz kirin.