Feraseta nûçeyan a ji mêr re xizmetê dike

  • 09:03 4 Hezîran 2023
  • Medya Kritîk
 
Derya Ceylan 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemeniya serdest a mêr a alîgir, jinê li gor pîvanên beden derdixe pêş û kûrkirina newekheviya zayenda civakî jî ji xwe re kiriye peywir. Weşana ji mêr re xizmetê dike gelo wê kengê bidawîbe, nayê zanîn. 
 
Di çapemeniyê de jin çawa tên dîtin? Li dijî newekheviya zayendî bi salane têkoşîna tê dayîn û çima di çapemeniyê de ev qas kêm tê dîtin an jî qet nayê dîtin? Di çapemeniya ku jin wek kirde nayê dîtin de, tundî, destdirêjî, qetilkirina bi destê mêr tê kirin tê dîtin û ji bo pêşîgirtina sûcên tên kirin, tiştên divê bên kirin nayên nîqaşkirin. Berovajî vê bedena jinê bi nêrîna mêr tê dest girtin û ev yek ji mijarên ku herî zêde tê nîqaşkirinê ye.
 
Feraseta nûçeyan ya ji mêr re xizmetê dike 
 
Yek ji mijarên ku em behsa wan dikin demek berê hat jiyîn. Çapemeniya alîgir û muxalîf ev bûyer parve kirin. Bûyer li  Brezîlyayê hat jiyîn û  teşeyê mirina jinekê bû. Bûyera ku ji gelek alî de gumanan dihewîne di 31’ê Gulanê de hat jiyîn. Li Brezîlyayê jina bi navê lygîa Fazîo, li klînîkek taybet emelyat bû û hat îdiakirin ku piştî komplîkasyonên jiyaye jiyana xwe ji dest daye. Li ser mirina biguman a Lygîa nehat sekinin û bervajî vê çapemenî li ser sedema çima emelyat bûye sekini û çapemeniyê nûçe wiha dît; Rojnameya Posta ‘Ji ber hevalê wê yê mêr xwest, estetîka kulîmekê bû, jiyana xwe ji dest da’, Tele1, ‘Modela Brezîlyayî ji bo xweşikbûnê can da, ji slîkolana kulîmetê enfeksyon girt’, TV100 ‘Xwest emelyet bibe û bandor li hezkiriyê xwe bike, dawiya wê karaset bû’ hat dayîn.  Di van nûçeyan de wêneyên cur bi cur yênLygîa hatin dayîn û li ser bedena Lygîa nûçe hatin serwîskirin. Bi vê ferasete zimanê zayendperest hat rewankirin.
 
Li ser mirina Salîhayê nesekinin, li ser dîtbariya wê sekinin
 
Yek ji weşanên çapemeniya serdet ya mêr ku mirina bi guman a jinê nîşan nadin, bedena jinê bi wêneyan serwîs dike rojnameya Hurriyetê ye. Di 24’ê gulanê de li Aksarayê  jina bi navê Salîha Tuncel ji katê 7’an a rezidansa hevalê xwe doktorê bi navê Halîl Îbrahîm A de ket şaneşîna katê sêyemîn û bi guman jiyana xwe ji dest da. Rojnameyê wêneyên ku bedena Salîhayê derdixist pêş  serwîs kirin û bi nêrîna zayendperest ji mirina Salîhayê wêdetir  dîbariya wê nîşan da.
 
Pîvanên beden a jinan derdixin pêş
 
Çapemeniya ku jinan zêde di nûçeyên mijara wan xwarin, mal, magazîn, dan û stan, tenduristiyê de wek kir de bikar tîne, di nîqaşên siyasî de piranî jinan wek moderator tînin ser ekranan. Dîsa jinên ku wek moderator tercîh dikin jî pîvanên bedena wan esas tên girtin. Ger hun jî bala xwe bidinê, di gelek kanalên çapemeniyê de, jinên bejna wan kurt û bedena wan ji dervê standardan ne wek pêşkêşvan an jî moderator li ser ekranan nayên dîtin.
 
Çapemenî  dest ji zimanê serdest bernade
 
Gelek weşanên çapemeniyên ku jinan bi nêrîna zayendî digirin dest, dest ji zihniyet û zimanê serdest bernadin û ji bo rêjeya pêlêkirinê jinan wek dîmen parve dikin. Çapemeniya ku jinên di qada siyaset, aborî û gelek qadên din de li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin û xebatan dimeşînin, nabîne, jinan wek mexdur nîşan didin, dikin magazîn û ximzeta zîhniyeta serdet dimeşîne.
 
Ne mêr jinê îfşa dike
 
Muxalîf be jî hewz be jî di nûçeyên jinan de zimanê ku dişibe hev tê tercîhkirin, li şûna mêr jin tê îfşa kirin û nayê zanîn ku gelo wê kengê li ser ‘wekheviya zayenda civakî’ hinekê xwe biwestîne!