‘Kobanê bi têkoşîna jinan hat rizgarkirin’

  • 09:03 25 Çile 2024
  • Rojane
 
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Derbarê 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê de, Cîgira Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Firatê Wehîde Omer bal kişand ser têkoşîna jinan a ji bo rizgarkirina Kobanê û got:” Kobanê bi têkoşîna jinan hat rizgarkirin. Bi xwîna jinên mîna Sozdar, Avesta, Arîn Kobanê hat rizgarkirin. Bi vê rizgarkirinê gelê Kobanê bi kêfxweşî vegeriya ser axa xwe. Rêxistinbûyina jinan roj bi roj xurt bû. Kobanê ji nû de şên bû.”
 
Çeteyên DAIŞ'ê di Adara 2014'an dest bi êrişên li dijî Kobanê kirin. Heta tîrmeha heman salê êriş bi awayekî rojane dewam kirin. Çeteyên DAIŞ'ê di 2'yê Tîrmeha 2014'an jî êrişa berfireh a ji bo dagirkirina Kobanê dan destpêkirin. Li gor gelek çavkaniyan piştevaniya dewleta tirk a bi DAÎŞ'ê re jî hat belgekirin. Bi vê re çeteyên DAIŞ'ê xwe gihandin heta ber deriyê sînor ê Kobanê. Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan wê rojê got, Kobanê ha ket, wê bikeve. Ji 5'ê Cotmehê heta 8'ê Cotmeha 2014'an bi milyonan kurd û dostên kurdan li dijî êrişan daketin qadan û berxwedaneke mezin kirin. Piştî serhildan û berxwedaneke mezin a bi pêşengiya jinan a 134 rojan, di 26'ê Çileya 2015'an Kobanê hat rizgarkirin. Dîsa di 25'ê Hezîrana 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê li dijî Kobanê êrişeke din pêk anî. Wê rojê, piraniya wan jin û zarok, 271 kesî jiyana xwe ji dest dan. Lê belê bersiva van êrişana hatin dayin û wê demê nêzî 100 çete hatin kuştin. 
 
Bi munasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê Cîgira Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Firatê Wehîde Omer diyar kir ku bi pêşengiya jinên wêrek Kobanê hatiye rizgarkirin û wiha got:” Şehadeta jinên mîna Zehra, Leyla, Arîn bandorek mezin çêkir. Ew pêşengê me ne. Remza têkoşînê ne. Divê neyên jibîrkirin. Bi keda van têkoşeran em heta roja îro hatin. Jin û mêr ên kurd jî li ser vê esasê xwe perwerde dikin. Ew tu carî nayên jibîrkirin. Ew ji bo gelê kurd mîrasek e.”
 
‘Me wekî jinan di vê têkoşînê de cihê xwe girtin’
Wehîdeyê da zanîn li Kobanê bi pêşengiya jinan berxwedanekê dest pê kiriye û wiha got:”Em rizgarkirina Kobanê di serî de li gelê Kurdistanê pîroz dikin. Em li têkoşerên ji bo rizgarkirina Kobanê canê xwe feda kirine, pîroz dikin. Em di heman demê de li Rêber Apo pîroz dikin. Li Kobanê berxwedanekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê dest pê kir. Me di şerê Sûriyeyê de ne xeta BAAS’ê ne jî xeta êrişan parast, me xeta sêyemîn hilbijart. Me li dijî êrişan serkeftinek bi dest xist û me sazî û dezgehên xwe ava kirin. Me rêxistinbûyina xwe ava kir û xurt kir. Me wekî jinan di vê têkoşînê de cihê xwe girtin. Me jinan civînên xwe li dar dixistin, me di nava saziyan de cihê xwe girtin. Li ser vê esasê rêxistinbûyin û têkoşîna me mezin bû.”
 
‘Li dijî êrişan biryara berxwedanê hat dayin’ 
 
Wehîdeyê da zanîn bi hevkariya dewleta êriş li dijî Kobanê hat kirin û wiha pê de çû:”Li herêmên kurdan avakirinek bi pêş ket. Lê çavên dinyayê jî li ser me bû. Dewletên navneteweyî ji bo berjewendiyên xwe xwestin tiştên hatine avakirin xera bikin. Bi hevkariya dewleta tirk êriş kirin. Dewleta tirk jixwe dibêje kurdek li ser hêvê be jî û azad be ez qebûl nakim. Lê belê kurdan jî xwe li ser esasên azadiyê ji nû de ava kirin. Li dijî vê avakirinê jî kesên êriş kirin ji Afganistanê ji Pakistanê û ji gelek cihan kom kirin û li ber çavên dinyayê êrişî me kurdan kirin. Ev kes hatin perwerdekirin û êriş birin ser Kobanê. Li dijî van êrişana jî gelê kurd biryara berxwedanê da. Gelê kurd got em tu carî dev ji Kobanê bernadin. Li gor derfetên di destên gelê Kobanê gelê Kobanê li berxwe da.”
 
Gelê Kobanê li dijî tanq û topan sekinî
 
Wehîdeyê diyar kir ku gelê Kobanê vegeriyane û dîsa li axa xwe xwedî derketine û wiha lê zêde kir:” Tanq û topên DAÎŞ’ê hebûn. Lê belê gelê Kobanê got em tu carî li dijî êrişan teslîm nabin, heta em karibin em Kobanê bernadin. Gelê Kobanê gelê Kurdistanê tevahî bû. Di wê demê de gelê kurd ê li Bakur, Başûr me bi tenê nehiştin. Li Kobanê şehîd ketin. Di 26’ê Çileya 2015’an de em dikarin bêjin Kobanê hat rizgarkirin. Careke din gelê Kobanê soz dabû ku vegere ser axa xwe. Gotin ger çadirek jî mabe ew ê li warê xwe wê çadirê vekin û bijîn. Jinên Kobanê careke din vegeriyan ser axa xwe.”
 
‘Kobanê bi têkoşîna jinan hat rizgarkirin’
 
 
Wehîdeyê bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got:” Kobanê bi têkoşîna jinan hat rizgarkirin. Bi xwîna jinên mîna Sozdar, Avesta, Arîn Kobanê hat rizgarkirin. Bi vê rizgarkirinê gelê Kobanê bi kêfxweşî vegeriya ser axa xwe. Dîsa sazî û dezgehên me hatin avakirin û gelê Kobanê yên vegeriyan ser axa xwe dîsa di van sazî û dezgehan de cihê xwe girtin. Rêxistinbûyina jinan roj bi roj xurt bû. Kobanê ji nû de şên bû.”
 
Rola jinan a di rizgarkirina Kobanê de 
 
Wehîdeyê bi lêv kir ku rola jinan a di rizgarkirina Kobanê de gelekî girîng e û wiha got:”Rola jinan a di rizgarkirina Kobanê de gelekî girîng bû. Di nava avakirina Kobanê de jî cihekî jinan a girîng hebû. Jinan di heman demê de YPJ jî ava kirin. Jinên di nava civakê de jî li gel şervanên xwe bûn. Her çiqas wan çek ranekiribe jî ew li gel wan bû. Bi nanê wan, cilê wan, bi şîva wan re bûn. Jinên Kobanê bi hev re gotin em dev ji Kobanê bernadin. Rizgarkirina Kobanê dengvedana jinên Kobanê bû. Jinên li Kobanê bi vî rengî bandor li cîhanê kirin. Şehadeta jinên mîna Zehra, Leyla, Arîn bandorek mezin çêkir. Ew pêşengê me ne. Remza têkoşînê ne. Divê neyên jibîrkirin. Bi keda van têkoşeran em heta roja îro hatin. Jin û mêr ên kurd jî li ser vê esasê xwe perwerde dikin. Ew tu carî nayên jibîrkirin. Ew ji bo gelê kurd mîrasek e.”
 
Bandora rizgarkirina Kobanê
 
 
Wehîdeyê  bal kişand ser bandora rizgarkirina Kobanê û wiha got: “Civakê jî li gel şer û piştre rizgarkirina Kobanê xwe perwerde kir. Rizgarkirina Kobanê di warê erênî de bandorek li ser civakê kir. Şoreşa li Kobanê bi navê şoreşa jinê hat pênasekirin. Jinan bi rizgarkirinê re bêtir xwe bi rêxistin kirin. Her wiha pergala hevserokatiyê hat avakirin. Li her sazî û dezgehên me pergala hevserokatiyê hat meşandin. Divê di her biryareke bê stendin de reng û dengê jinê jî tê de hebe. Divê bi çavên jinê ev biryar bên girtin. Ji ber ku jina azad û jina rastiya xwe nas kiribe, heqîqet nas kiribe li vir girîng e. Divê di her sazî û dezgehan de edaleta jinan hebe. Em her tim dibêjin dema jin azad be wê civak jî azad be. Em nabêjin jin nêvî civakê ye em dibêjin jin tevahiya civakê ye.”
 
Bandora jinên kurd a li ser jinên cîhanê
 
Wehîdeyê da zanîn gelek jin ji welatên cuda hatine Kobanê û gotine ew ê li gel jinên kurd şer bikin û wiha got:”Jinên kurd feyza xwe, esasên jiyana xwe ji felsefeya Rêber Apo digirin. Yê ku got min projeya jinan da destpêkirin lê min nêvî hişt, min temam nekir, hêviya min ew e hûn temam bikin, Rêber Apo bû. Jinên kurd ji vê nokteyê dest pê kirin. Xwenaskirinê û azadiyê ji vê nokteyê dest pê kir. Ji aliyekî jî jinan li ser vî esasî gotin em ji Kobanê dernakevin û xwe bi rêxistin kirin. Jinên li Kobanê gotin em xwediyê vî erdî ne û em dev ji vî erdî bernadin. Vê yekê bandorek mezin li ser jinên cîhanê jî kir. Di nava şoreşê de jinên kurd xwe azad kirin. Me di nava şoreşê de xwe nas kir û rêxistinbûyina jinan jî xurt kir. Jinên cîhanê li hemberî vêya şaş man. Gelek jinên ji derveyî welat hatin vê derê, di heman demê de tevli şoreşê jî bûn. Ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya gelan û ji bo azadiya Kobanê digotin em ê li gel we şer bikin. “
 
Li ser serhildana Kobanê pirtûk hatin nivîsandin
 
Wehîdeyê da zanîn bi derfetên kêm li dijî DAÎŞ’ê şerekî mezin hat kirin û wiha got:”Bi têkoşîna Kobanê re dengvedaneke cîhanî çêbû. Me bi derfetên xwe yên kêm li hemberî terora ku cîhan jê aciz e şer kir. Me li dijî DAÎŞ a ku zagonê şer pê re tune ye û tenê bi şûr hukum dike li berxwe da. Jin be, zarok be, mêr be kî di ber DAÎŞ'ê keta bi şûr serê wan jê dikir. Jinên kurd li hemberî şerekî wiha rabûn. Cîhanê bi çavên xwe dît ku bi derfetên kêm jinên kurd çawa li dijî DAÎŞ a hov li berxwe dan. Loma jî ew derfet çêbû ku li ser Kobanê stran bê çêkirin û pirtûk bê nivîsandin. “
 
‘Em ji tanq û topên dijmin natirsin’
 
 
Wehîdeyê da zanîn ew tu carî ji tanq û topan natirsin û wiha got:”Dewleta tirk hebûna kurdan qebûl nake. Tenê kurdên li gor xwe qebûl dike. Gelan li vir bi jiyaneke hevbeş xwe bi rêxistin kirin. Li vir xwişk û biratiya gelan bi hev re dimeşe. Loma jî ev yek nayê hesabê dewleta tirk. Dewleta tirk li kêleka xwe kurdekî azad qebûl nake. Loma DAÎŞ bi xwe bi rêxistin kir û şande vê derê. Gelê Kobanê li dijî vê yekê teslîmkarî qebûl nekir. Ji berê heta niha em tu carî ji tanq û topên dijmin natirsin, em ji êrişên dijmin natirsin.”
 
‘Di her derê de reng û dengê jinan heye’
 
Hedefa dijmin ew e ku dîsa gelê kurd ji ser axa wan koçber bike û demografiya welatê me biguhere. Lê em dîsa li ser karê xwe ne û li dijî vêya li berxwe didin. Me biryara xwe da em ê bimînin û li berxwe bidin. Jinên kurd bi fikir û ramana Rêber Apo xwe bi rêxistin dikin. Li gor wê jî xwe bi rêxistin kir. Jinan di saziyan de xwe bi rêxistin kirin. Di YPJ’ê de xwe bi rêxistin kirin. Niha Mala Jinan heye, saziyên doza heq û hiqûqa jinan bike hene, Kongra Star heye. Di her derê de reng û dengê jinan heye. Jinên kurd gihaştin astekê ku bikaribin têkoşînê bikin. Niha hewl didin her tim ji jinên civakê re bibin bersivek. Li hember tanq, top, balafirên dewletan teslîmkariyê qebûl nakin. 
 
‘Qebûlkirina Peymana Civakî jî encama şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye’
 
Wehîdeyê bal kişand ser qebûlkirina Peymana Civakî û wiha bi dawî kir:”Peymana Civakî jî hat qebûlkirin. Ev yek bi saya berxwedan û têkoşîna jinan wekî destkeftiyekê hat bidestxistin. Para têkoşîna Kobanê jî di vê yekê de heye. Ev jî dengvedanek e. Ji cîhanê re hat ragihandin. Qebûlkirina Peymana Civakî jî encama şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ev jî mîrateyek e û divê em lê xwedî derkevin. Divê em li ser vê yekê jî kar û xebatên xwe zêde bikin, xurt bikin. “