Xwendekarên ODTU’yê: Ne şorbeya qeyûm, em ê şoreşê bigirin

  • 21:25 28 Nîsan 2024
  • Rojane
ENQERE - Çalakiya xwendekarên ODTU’yê ya li dijî biryara rektoriyê ya qedexeya têkildarî Şahiya Biharê daye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam kir.
 
Ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) û koman ve ji sala 1987’an heta niha weke kevneşopiyekê her sal “Şahiya Biharê ya ODTU’yê” li Stada Şoreşê ya ODTU’yê tê lidarxistin. Çalakiya xwendekaran li dijî hewldana qedexeya şahiyê dane destpêkirin didome. Rektoriyê biryar da ku di şahiyê de danîna dikê qedexe ye. Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê li dijî biryara qedexeyê dane destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike. 
 
Rektor Verşan Kok, xwest ku şorbeyê li xwendekarên di nobetê de belav bike. Lê tu xwendekaran ji navenda belavkirinê ya hatiye vekirin şorbe newergirt. Her wiha balkêş bû ku li rex wesayîta ku şorbe belav dikir, pankarta “Em ê ne şorbeya qeyûm, em ê şoreşê bigirin” hate daliqandin. Xwendekarên ODTU’yê:Ne şorbeya qeyûm, em ê şoreşê bigirin
 
ENQERE - Çalakiya xwendekarên ODTU’yê ya li dijî biryara rektoriyê ya qedexeya têkildarî Şahiya Biharê daye destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam kir.
 
Ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) û koman ve ji sala 1987’an heta niha weke kevneşopiyekê her sal “Şahiya Biharê ya ODTU’yê” li Stada Şoreşê ya ODTU’yê tê lidarxistin. Çalakiya xwendekaran li dijî hewldana qedexeya şahiyê dane destpêkirin didome. Rektoriyê biryar da ku di şahiyê de danîna dikê qedexe ye. Çalakiya nobetê ya xwendekarên ODTU’yê li dijî biryara qedexeyê dane destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike. 
 
Rektor Verşan Kok, xwest ku şorbeyê li xwendekarên di nobetê de belav bike. Lê tu xwendekaran ji navenda belavkirinê ya hatiye vekirin şorbe newergirt. Her wiha balkêş bû ku li rex wesayîta ku şorbe belav dikir, pankarta “Em ê ne şorbeya qeyûm, em ê şoreşê bigirin” hate daliqandin.