28'ê Nîsana 2013'yan: Meclîsa Jinan a BDP'ê kongreya xwe pêk anî

  • 09:03 28 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
  
Bi tevlîbûna 10 hezar jinan Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk û Aştiyê (BDP) di 28'ê nîsana 2013’yan de kongreya xwe ya 2'yem pêk anî. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan peyamek ji kongreyê re şand û got "Jin temînata mafên mirovan û demokratîkbûyînê ye". Kongreya ku bi dirûşma "Jinên bi rêxistinkirî, rizgariya demokratîk, jiyana azad" pêk hat. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1913: Cemiyeta Teali-i Nisvan bi navê xwe yê dinê "Komeleya Bilindkirina Rewşa Jinê" hat avakirin. Ev wekî rêxistina femînîst a yekem ku li Tirkiyeyê ketiye bin qeydan tê bîranîn. 
 
1993: Weqfa Jinê Ms. Foundation for Women li Dewleta Emerîqayê ya Yekbûyî bi dirûşma "Keçên Me Bibin Kar" bername da destpêkirin. 
 
2009: Komeleya Piştevaniyê ya Jinê ya Antalyayê bertek nîşanî deşîfrebûna mala stargehê ya şaredariyê dan.