Dest bi girtina îfadeyên rojnamegeran hat kirin

  • 16:23 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê di serdegirtina malan de rojnameger Derya Ûs û Nurcan Yalçin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Dest bi girtina îfadeya kesên hatin binçavkirin hat kirin û li bendê ye ku di nava rojê de îfadeyên rojnamegeran jî bên girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, li Amedê danê sibê di serdegirtina malan de rojnameger Derya Ûs û Nurcan Yalçin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tên ragirtin.
 
Dest bi girtİna îfadeya ên hatin binçavkirin hat kirin, tê payîn ku di nava rojê de îfadeya rojnamegeran bê girtin.
 
Li Licê jinek bi pitika xwe re hat binçavkirin
 
Her wiha Dîlan Polat Dîrîn a li Taxa Karahasan a navçeya Licê ya Amedê di serdegirtina malan de hat binçavkirin, birin qereqola cendirmeyan ya navçeyê. Hate hînbûn ku Dîlan ji bo şîr bide neçar ma zaroka xwe ya 11 mehî li glel xwe bibe midûriyeta polîsan.
 
8 kes hatin binçavkirin
 
Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Derya Ûs, Nurcan Yalçin, Sema Koç, Fatma Opçin, Zuhal Ayaz, Muhammed Ozer, Songul Îpek û Vesile ku paşnavê wê nehat zanîn.