24'ê Nîsana 1915'an: Qirkirina Ermeniyan hat destpêkirin

  • 09:01 24 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
 
 
Di 24'ê Nîsana 1915'an de ji aliyê rêxistina Cemiyeta Terakki ya Teşkilat-ı Mahsus 224 rewşenbîr û siyasetmedarên Ermenî ji malên xwe hatin girtin û hatin sirgunkirin. Her wiha hatin qetilkirin. Ji van rewşenbîran yek jê Rojnameger Mari Beyleryan e. 
 
Hin geşedanên din ên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
1916: 'Raperîna Paskalyayê' ya wekî şerê azadiyê ya Îrlandayê jî tê qebûlkirin li Dublinê pêk hat. Di vî şerî de jinên li barîkatan şer kirin wekî "Jinên 1916'an" hatin pênasekirin. 
 
2006: Navenda Serlêdan û Piştevaniya bi jinan re ya Tersûsê ji bo pêşî li tundiya li ser jinan bigire bi armanca parastinê ji jinan re stargeh vekir. 
 
2013: Li Dakkaya Paytexta Bangladeşê avahiya atolyeya teşkilê jî tê de bû hilweşiya û gelek jê jin bi hezaran karker di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan. 
 
2016: Jinên li Meksîkayê li dijî "Tundiya Maço" dest bi seferbertiyê kirin hastaga #EmêYekaDinJîKêmNebin (#NiUnaMenos) bi kar anîn û li 42 bajaran derketin qadan. 
 
2018: Helbestkar Kejal Îbrahîm Xidar jiyana xwe ji dest da. Di 1968'an de li Qeladizê ji dayik bû û ji 1990'î ve li Silêmanî dijiya. Di 1987'an de dest bi nivîsandina helbestê kir. Berhemên bi zimanê Farisî û Erebî hat wergerandin. Du berhemên wê bûn mijara şanoyê. Kejalê endama Lijneya Nivîskarên Kurd bû. 
 
2020: Endama Însyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Fehime Turan li Navçeya Yamanlarê li mala xwe koça xwe ya dawî kir. Ji ber pandemiyê tenê xizmên wên yên ji nêz beşdarî merasîma cenazeyê Fehimeya li Goristana Dogançayê hat definkirin, bûn. Fehimeya di 59 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da nêzî du salan tedawiya nexweşiya pençeşêrê didît.
 
2022: Tevgera Jinê ya Kurd a Swêdê (YJK-S) Kongreya Awarte ya 7'emîn li Basela Swêdê li dar xist. Piştî kongreyê 13 kes ji bo rêveberiya nû hatin hilbijartin.