Li Amedê 8 kes hatin binçavkirin

  • 10:02 6 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amedê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de 8 kesên ku di nav wan de rojnameger Derya Us û Nûrcan Yalçin jî hene hatin binçavkirin.  Derbarê dosyaya kesên hatin binçavkirin de biryara veşartinê hat dayîn. 
 
Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, li Amedê di serdegirtinên malan ku hatin kirin de, rojnameger Derya Us û Nurcan Yalçin jî di nav de 8 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin şaxa TEM'ê ya Amedê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û derbarê dosayê de jî biryara veşartinê hat dayîn.
 
8 kes di bin çavan de ne
 
Navê kesên ku hatine binçavkirin wiha ye: Derya Us, Nurcan Yalçin, Sema Koç, Fatma Opçîn Zuhal Ayaz, Muhammed Ozer, Songul Îpek û Vesîleya ku paşnavê wê nehat zanîn.