23'yê Nîsana 2022'yan: PYD'ê li dijî tundiyê kampanya da destpêkirin

  • 09:01 23 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Meclîsa Jinê ya PYD'ê li dijî tundiya li ser jinê bi dirûşma "Wê yekîtiya têkoşînê ya jinê tundiyê bi dawî bike" dest bi kampanyayê kir. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de pêk hatine wiha ne:
 
1858: Feminista Avûsturalî Bella Guerîn hat dinê. Bela ya ku navê wê yê esil Julla Margaret Halloran Lavender e, jina yekem e ku ji Zanîngeha Melbournê mezûn bûye. Bella ya ku mamostetî, cîgirtiya Komeleya Siyasi ya Jinan kiriye û di heman demê de di nava Partiya Kedkaran a Avusturyayê de cih girtiye, wekî Cîgira Serokatiya Rêxistina Jinan a Navendê jî hatiye tayînkirin. Bela di 1923'yan de jiyana xwe ji dest daye. 
 
1872: Charlotte E.  Ray weki parêzereke jin a Efrîkayê li Dadgeha Bilind a Herêma Kolombiyayê dest bi xebatê kir. Charlotte ya ku bavê wê rahip bû, yek ji kesên girîng di nava Tevgera li Dijî Koletiyê de bû. Charlotte ji Enstutiya Renkî ya Ciwanan ku yek ji cihên jinên reşik dikaribû lê perwerde bidîta. Charlotte di 1911'an de di 60 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. 
 
1992: Navenda Piştevaniya Jinê ya Şaredariya Nazilli hat vekirin. Ev mînakeke ewil a li navçeyeke biçûk bû lê belê wê emrê wê ne dirêj ba. 
 
2006: Gracie Northfleet, bû seroka jin a yekem a Dadgeha Bilind a li Brezîlyayê. Gracîe di dîroka Brezîlyayê de hat asta herî bilind ku jinek bigihêjê. 
 
2018: Li Herêma Dêrikê ya Rojava Bazara Jinan a yekem hat vekirin. Di merasîma vekirina bazara ku ji aliyê Komîteya Aboriyê ve hat vekirin de li gel nûnerên meclisan gelek jin tevli bûn. Rêvebera Kongreya Star a Herêma Cizîrê Welîde Botî, diyar kir ku bingeha aboriyê ji aliyê jinên kedkar ve hatiye avêtin.