29'ê Adara 2019'an: Derhênera femînist Agnês Varda jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 29 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Derhêner Agnês Varda di 90 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Li Ewropayê derhênereke navdar bû. Heta 30 fîlm û belgefîlm kişand. Bi nêzikatiya xwe ya femînîst û parêzvaniya mafên jinan dihat nasîn.
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne: 
 
1912: Pîlota Elmanî Melitta von Stauffenberg, 109 sal beriya niha hat dinê. Di şerê 2'yem ê cîhanê de balafirên şer ên Elmanan ceriband. Di nava pîlotên cîhanê de di rêza 25'an de cih digire. 
 
1929: Nivîskara femînîst Shelia Helena Elizabeth Kitzinger, îro hat dinê û nêzî 20 pirtûkên wê hene. Shelia, li cîhanê navdar e. Ji bo Sheliayê jin dikarin li malê zarokên xwe bînin dinê. Li hemberî nêrînên radîkal ên femînist her tim nakokiyên wê hebûn. 
 
1944: Femînist, sosyalîst, akademîsyen û aktîvîst Lynne Segal îro li Awusturayê hat dinê. Ji zanîngeha Sydneyê di sala 1969’an de belgenameya doktorî ya psîkolojiyê girt. Di sala 1970’ê de jî koçberê Londonê bû. Rojnameya Islington Gutter Pressê ava kir û di rêveberiya rojnameyê de cih girt. Her tim li dijî polîtîkayên nîjadperestiyê derket. 
 
2009: Rêxistinên cuda yên jinan û femînîstên azad di "Kolektîfa femînîst a ji bo hilbijartinê" de hatin gel hevdu û ji bo namzetiya Serokatiya Şaredariya Beyogluyê dildara Mor Çati, femînîst Ulfet Tayli nîşan dan û hilbijartin pêk hatin. Feministan ji bo hilbijartinên herêmî kampanyaya "Ji Bey-oglu re Gotina me ya Femînîst Heye" li dar xistin. Kampanya bi civîna çapemeniyê ya di 7'ê Sibata 2009'an de hat ragihandin.