28'ê Adara 1946'an: Jinên Venezuellayê mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xistin

  • 09:01 28 Adar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Jinên Venezuellayê mafê bijartinê û hilbijartinê bi dest xistin. Di dîrokê de jinan bi têkoşînê li gelek deverên cîhanê mafê bijartin û hilbijartinê bi dest xistin. 
 
1886: Clara Lemlîch a cihû a bi eslê xwe Ukranyayî serokatiya karkeren kiribû hat dinê. 
 
1919: Ji hêla meclîsa eyaleta Missouri ya Emerîkayê ve ji bo jinan mafê bikaranîna dengdayînê ya ji bo hilbijartina serokatiyê hat dayîn. 
 
1941: Nivîskar, romannûs û femînist Virginia Woolf di 28'ê adara 1941’ê de dawî li jiyana xwe anî. Virginia Woolf, li maleke xweşhal a li South Kensingtonê (taxeke Londonê) tê dinê û diçe beşa jinan a zanîngeha King’s Collegeê. Di piraniya zarokatiya xwe de ew li malê tê perwerdekirin û nexasim jî li ser mijarên klasîkên Ingilîzî û edebiyata Victorian. Wê hêj di navbera 15 salî û 19 saliya xwe de karîbû di asta bilind de bixwîne. Ji bilî dersên dîrok, wêjeyê wê dersên zimanê Elmanî, Yewnaniya kevin û Latînî jî xwend. Hem li zanîngehê û hem jî li malê dixwend. Di sala 1900'î de bi awayekî profesyonel dest bi nivîskariyê kir. Di dema navbera her du şerên cîhanê de Virginia yek ji kesayetên girîng ên civaka wêjeyê ya Londonê bû.
 
Romana xwe ya pêşî jî Woolf bi sernavê The Voyage Out (Rêwîtiya ber bi derve ve)  sala 1915'an hat çapkirin. Di nava romanên wê yên herî serketî de Mrs Dalloway, To the Lighthouse (Ber bi Birca Rohniyê ve) û Orlando hene. Ceribandina wê ya bi navê A Room of One’s Own (Odeya aîdê kesekî) ew berhema wê ye ku herî zêde hatî xwendin bû. Berhemên wê li cîhanê gelekî belav bûn û li 50 zimanî hatin wergerkirin. Di 59 saliya xwe de dawî li jiyana xwe anî. Berhema wê ya dawî Between the Acts (Di navbera Kirinan de) piştî mirina wê hat weşandin. 
 
2004: Di hilbijartinên herêmî de ji Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) 18 jin bûn şaredar û Songul Erol Abdil jî di nava 81 bajaran de bû şaredara Dêrsimê.
 
2018: Jinên ku di rêveberiya Partiya Pêşerojê a Sûriyeyê de cih girtin, gotin dê pêşengiya civakê bikin. Hevrîn Xelef jî ji bo avakirina partiya xwe got dê partî bibe vesileya avakirina civaka azad. 
 
2019:  Xebatkarên Kovara Cîhana Dêran a Jinan a Vatîkanê ya ku mehê carekî derdikeve ji raya giştî re daxuyaniyek da û diyar kirin ku mêr dixwazin jin di bin kontrola mêran de bin. Her wiha di hejmara xwe de bal kişandibûn ser êrişên zayendî ya li hemberî rahîbeyan.
 
2022: Talîban siwarbûna bi tena serê xwe ya balafirê ya jinên li Efganîstanê qedexe kir.