Bernameyên Gerok MA yên bi zarokan re didomin

  • 19:11 12 Nîsan 2023
  • Zarok
HATAY- Li Hatayê çalakiyên Gerok MA ji bo zarokan didomin.
 
Gerok Ma ku ji hêla MA Muzîk, Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Navenda Çandê ya Aryenê, ŞanoWan, Şanoya Bajar a Amedê, Komeleya Jin, Çand, Huner û Wêjeyê (KASED) û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn (OSAD) ve hatiye avakirin,li Hatayê çalakiyên xwe yên ji bo zarokên mexdûrên erdhejê didomîne. Gerok Ma ku duh li Îskenderûnê bi zarokan re kom bû, îro li Taxa Darmaştayê ya navçeya Defneyê bi zarokan re civiya. 
 
Kom bi zarokan re bi piyanoyê stran lêxistin û paşê jî rîtîm û derbûqe rê zarokan da. Çalakî bi strangotin û lîstikan bi dawî bû. 
 
Gerok Ma dê sibê li navçeya Samandagiyê bi zarokan re bicive.