Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derket 30’yî

  • 15:40 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Li Qoserê hejmara kesên di serdegirtinên malan de hatine binçavkirin derket 30’yî.
 
Li navçeya Qosera Mêrdînê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku hejmara kesên bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatine binçavkirin derket 30'yî. 
 
Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Polîsan a Qoserê tên ragirtin.