Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê hate astengkirin

  • 14:48 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Li ser daxwaza Tirkiyeyê, hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê hate astengkirin. Buroyê têkildarî astengkirinê wiha got: “Dixwazin îşkence û rewşa agahînegirtinê ya li Îmraliyê veşêrin.” 
 
Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzertiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dike, li ser daxwaza dewleta tirk hate astengkirin. Parêzeran li dijî biryarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşan da. 
  
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hesaba me ya medyaya civakî ya Twîtterê (X) ku salên dûvdirêj e bi kar tînin ‘@asrinhukukburo', li ser daxwaza Dewleta Tirkiyeyê hate astengkirin. Êdî bikarhinêrên li Tirkiyeyê dê nekarin parvekirinên me bibînin. Qebûlkirina vê daxwaza dewletê ji hêla şîrketa X’ê ve, karekî derhiqûqî ye û binpêkirina mafên azadiya xweîfadekirinê ye. Zêdetir xizmetê ji hewldana ji bo veşartina îşkence û rewşa agahînegirtina li Îmraliyê dike. 
 
Her kes pê dizane ku parvekirinên heyî têkildarî derhiqûqtiyên li Îmraliyê bi awayekî derqanûnî û veşarî tên meşandin in û ji bo parastina mafê parastinê ne. Ev bisînorkirina X’ê di heman demê de têkoşîna li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê tecrîd dike û yek ji mînakên şênber e. Heke aliyekî rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê û sepanên keyfî hebûna, bêguman dê dewletê daxwazeke wiha nekira. Bi sala ye malbat û parêzer nikarin hevdîtinê bikin û ev 38 meh in tu agahî ji Îmraliyê nayên girtin. Di rewşekî wiha de hewldana ji bo qutkirina dengê me, rewşekî balkêş e ku divê were pirsîn. Lê belê divê neyê jibîrkirin ku em ê miwekîlê xwe yê li Îmraliyê bêparastin nehêlin.
 
Em ê li her platformê rejîma tecrîdê ya li Îmraliyê teşhîr bikin, dê ji vê tawîzê nedin û heta pergala îşkenceyê bi dawî dibe jî dê têkoşîna xwe ya hiqûqî û însanî bênavber bidomînin.”