'Pênûsa çapemeniya azad wê nekeve erdê'

  • 09:08 25 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê êrişên li hember çapemeniyê axivî û got: “Encam çi dibe bila bibe hevalên me yên ku pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin hene.”
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbole meşandiye de 9 rojnameger hatin binçavkirin û di 22’yê Nîsanê de di saetên şevê de li Belçîkayê polîsan li hember Stêrk TV û Medya Haber Tv serdegirtin pêk anî. Bertekên li dijî êrişan her diçin mezin dibin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê pêkanînên li hember kedkarên çapemeniya azad ji ajansa me re axivî.
 
‘Zext dijhiqûqî ne’
 
Gulcanê da zanîn ku Tirkiye bi salane li hember kedkarên çapemeniya azad polîtîka zextê pêk tîne û gelek rojnameger ji ber pîşeya xwe îcra dikin niha girtîne, gelek jî doz li wan hatine vekirin. Gulcanê bi lêv kir ku zextên li Tirkiyeyê tê kirin bandor li derveyê welat jî kiriye û wiha got: “Aliyê trajîk ev e ku zextan li welatên Ewropayê jî rû daye. Nîvê şevê de li Belçîkayê bi ser avahiyên Stêrk Tv û Medya Haber Tv de tê girtin. Zirarê didin alavên wan, kabloyên wan qût bikin û her derê belav dikin. Pir trajîke ku em vê dîmenê li Tirikyeyê dibînin. Vê operaysonê yên li Tirkiyeyê bi bîra me xistin. Ji ber vê zext û êriş ji hev serbixwe nînin.”
 
‘Kevneşopiyek bi salane didome’
 
Gulcanê serdana serokomar Tayyîp Erdogan ya li Iraqê pêk aniye bibîr xist û got di vê serdanê de peymanek ji 26 salî pêk tê hatiye kirin û wiha dirêjî dayê: “Operasyon, dihiqûqî, pêkanînên dijdemokratîk, divê wek operaysonên li hember jin, xweza, kurd û deskeftiyên kurdan bên nirxandin. Ji ber salane dixwazin bi pêkanînên dijdemokratîk rastiyan veşêrin. Lê bi salane kevneşopiyeke çapemeniya azad û têkoşîneke ku didome heye. Encam çi dibe bila bie dizanin ku hevalên me yên ku pênûsa heqîqetê li erdê nahêlin hene.”
 
‘Konseptek şerê nû di dewrê de ye’
 
Gulcanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku bi sedsalane hewl didin ziman, çanda kurd tune bikin û wiha vegot: “Lê li dijî vê rastiya gelekî ku têdikoşe heye. Em bi desthilatdariyeke ku bi polîtîkayên şer hebûna xwe didomîne re rû bi rû ne. Belê konseptek şerê nû di dewrê deye. Em nokteya ku Tirkiye hatiyê dibînin. Di alî aborî, siyasî û civakî de xitimandinek heye. Ji bo ev rastî neyên dîtin û neyên bihistin li hember çapemeniya azad operasyon heye. Divê her kes li alî kedkarên çapemeniyê cih bigirin. Divê hemû kes dostên kurdan, kurd xwe li dijî zextên li ser çapemeniyê îtîraza xwe bikin û xwedî li çapemeniyê derkevin.”