Ji Dayikên Aştiyê banga azadiya Abdullah Ocalan

  • 16:19 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kirin ku dê asta têkoşîna xwe bilind bikin.
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Minbicê têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li navenda bajarê Minbicê ji aliyê dayika şehîd Ehmed Kenan ve Emîna Kanan ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rayedarên Tirk ên mafên bingehîn ên Abdullah Ocalan bin pê dike û ji  25’ê Adara 2021’ê de agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.
 
Dayikên Aştiyê, di serî de CPT’yê bang li saziyên mafên mirovan kir ku berpirsyarên xwe li hemberî Abdullah Ocalan pêk bînin û ji bo rakirina tecrîda li ser wî bixebitin.
 
Dayikên Aştiyê diyar kir ku dewleta Tirk û hêzên komploger bi siyaseteke qirêj Abdullah Ocalan revand û xwestin îradeya wî û berxwedana wî ya bêhempa têk bibin.
 
Dayikên Aştiyê diyar kir ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.