Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye

  • 18:34 5 Gulan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Emîne Şenyaşar, di roja 94’emîn a nobeta xwe ya li ber wezaretê didomîne de careke din daxwaza edeletê kir.
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku hevjîn û 2 kurên wê di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin di roja 94’emîn de berdewam kir. Dayik Şenyaşarê bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Rihayê re nobeta xwe domand.
 
Her wiha Sevînç Çakir ku kurê wê di hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hat girtin, ji Emîne Şenyaşarê bi bandor bû û li ber Wezareta Dadê dest bi çalakiyê kiribû. Sevînçê di roja 18’an de çalakiya xwe domand.