Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşhilbijartinên hevşaredarên jin

  • 15:51 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Pêşhilbijartinên hevşaredarên jin ên ji bo hilbijartina şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku wê 30’ê Gulanê de werin pêkanîn dest pê kir.
 
Pêşhilbijartinên hevşaredaren jin ên ji bo hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dê di 30’ê Gulanê de pêk werin dest pê kir.
 
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê 121 şaredarî hene. Lê li gorî rewşa dawî îhtimala ku ev hejmar zêde bibe jî heye. Di van rojan de wê Qanûna Dabeşkirina Îdarî ji aliyê Meclisa Gelan a Demokratîk ve bê erêkirin. Di vê qanûnê de wê hejmara dawî ya şaredariyan jî were diyarkirin. Piştî erêkirina qanûnê wê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan nexşerêya hilbijartinê diyar bike.
 
Ji bo hilbijartina şaredariyan ku li gor Hevpeymana Civakî rêjeya jinan a temsîliyetê ji sedî 50 ye, pêşhilbijartinên ji bo namzetên hevşaredarên jin îro li Hesekê dest pê kir.