'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'

  • 09:10 24 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê nerazîbûnên xwe yên li hemberî dewamkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nîşan dan û gotin:"Em azadiya Rêberê xwe diwazin. Divê tevahî rêxistinên ku bi azadî û mafê mirovahiyê bang dikin li hember rewşa Rêbertî bêdeng û bê bertek nemînin. Bêdengî dibe sedema mezinbûna aloziyan. "
 
Tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe kûr dibe. Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê herî dawî dîsa ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 37 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Lê her carê serlêdan bê bersiv dimînin. Bertek û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran dewam dike. Jinên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê jî nerazîbûnên xwe yên li dijî tecrîdê anîn ziman û xwestin demildest tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe ya fîzîkî. 
 
'Hebûna me bi hebûna Rêberê me ve girêdayî ye'
 
Dayika pakrewan Xalid Fecir, Hedle Şêxo ya 86 salî nerazîbûna xwe li hemberî dewamkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û wiha pê de çû:"Em Rêberê xwe dixwazin ji ber ku hebûna me bi hebûna Rêberê me ve girêdayî ye. Li pey ramanên wî, em dimeşin. Êdî bes e ! Heta niha ev bû 26 sal in Rêberê me di nava zindanê de ye. Ma qey ew ji xwedayê dilovan natirsin?Divê Rêberê me bê berdan. Temenê wî yê mayina di nava zindanê de derbas bû."
 
'Em Rêberê xwe û aştiyê dixwazin, em şer naxwazin'
 
Hedleyê daxwaza aştiyê kir û wiha lê zêde kir:"Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Em başiyê û aştiyê dixwazin ji ber ku em li ser fikir û felsefeya Rêberê xwe ya li ser aştiyê ava bûye dimeşin. Em aştiyek cîhanî daxwaz dikin. Em şer naxwazin û yekîtiya me gelan di destpêka daxwazên me de ne. Her neteweyek Serok û Rêberê xwe hene. Çima em heta niha nikarin Rêberê xwe bibînin? Ma qey em ne qûlê xwedê ne? Me zarokên xwe li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin kirin û îro jî ji bo azadiya Rêberê xwe me zarokên xwe tevlî şervanên azadiya Kurdistan kirin da ku wê riyê berdewam bikin. Ji ber ku Rêbertî jî ji bo azadiya civak û cîhanê jî xwediyê kedekê ye." 
 
'Bila em jî beriya mirinekê Rêberê xwe bibînin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hedleyê da zanîn ew azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dixwazin û got:"Gelê kurd wêrek e, xwedî ked e û bi sûd e. Ji ber xwe li ser felsefeya Rêbertî mezin kirine. Divê Rêberê me bê azadkirin ji ber ku ger Rêberê me neyê azadkirin, wê qeyran kaos û şer li her warî dewam bibe. Bila em jî beriya mirinekê Rêberê xwe bibînin, êdî bes e."
 
'Ramanên Rêbertî li cîhanê tevde belav bûye'
 
Di heman demê de jî Leyla Mihemed li dijî tecrîdê nerazîbûna xwe nîşan da û wiha pê de çû:" Rêberê me ev bû 26 sal in di nava tecrîdek girankirî de ye. Ev tecrîd berdewam dibe da ku fikir û felsefeya Rêbertî neyê belavkirin. Divê bi taybet em jin xwedî li Rêbertî derkevin ji ber bi saya fikir û felsefeya Rêbertî jin di nava civakê de bû xwedî rol û misyon û di her qadê de cihê xwe girt. Fikrên Rêbertî nehişt pêşî li  jinan bê girtin. Îro em hemî dibînin ku fikir û felsefeya Rêbertî li cîhanê tevde berbelav bûye."
 
'Em azadiya Rêberê xwe dixwazin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Leylayê daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kir û wiha got:"Em azadiya Rêberê xwe diwazin. Divê tevahî rêxistinên ku bi azadî û mafê mirovahiyê bang dikin li hember rewşa Rêbertî bêdeng û bê bertek nemînin. Bêdengî dibe sedema mezinbûna aloziyan. "
 
'Em dixwazin Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin'
 
Fatmê Osman jî tecrîd şermezar kir û wiha got:"Tevî ku Rêberê me ev bû 26 sal in di nava tecrîdeke girankirî de ye, lê raman û felsefeya wî azad in û li cîhanê tevde belav bûne. Divê malbat û parêzerên Rêbertî pê re hevdîtinê bike. Wê demê encex Rêberê me bibe kilîta çareseriya tevahî aloziyên ku îro li cîhanê rû dane. Em jî îro daxwaza zanîna agahiyek li ser ewşa Rêberê xwe dixwazin. Em dixwazin Rêberê xwe azad di nava xwe de bibînin."