Li dijî êrîşa li hember çapemeniya Kurd bertek: Nikarin heqîqetê rawestînin

  • 09:09 24 Nîsan 2024
  • Rojane
Dîlan Babat 
 
ENQERE - Rojnameger Devrîm Aslan bertek nîşanê êrîşên li hember çapemeniya Kurd da û da zanîn ku wê ev zext çapemeniya Kurd hîn bêtir xurt bikin. Edîtora Medya Haber TV Heval Arslan jî daxuyakirin ku tevî hemû zextan wê heqîqetê ragîhinin û tu kes nikare heqîqetê bide sekinandin. 
 
Piştî serdana serokomarê AKP’yî Tayyp Erdogan ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk hat şûnde, li Belçîkayê bi ser studyoyên Sterk Tv û Medya Haber TV’yê de hatin girtin. Di serdegirtinê de zirar dan gelek alavan. Di saetên sibehê de jî li Stenbol, Enqere û Rihayê 8 rojnameger hatin binçavkirin.
 
Rojnameger Devrîm Aslan der barê êrîşan de nirxandin kir.
 
‘Wê êrîşên li hember Başûr û Rojava bên zêdekirin’
 
Devrîmê got serdana Erdogan a Iraq û Başurê Kurdistanê ne serdanek ji rêzê ye û got: “Erdogan 12 sal şûnde çû Iraqê. Dema em li naveroka serdanê dinêrin peyman gelek balkêş in. Ji navenda tevgera hevpar bigirin heta li hevkirina bi hikûmeta navendî û Başûrê Kurdistanê re gelek aliyên wê hene. Ev wê êrîş û dagirkirinên li hember Başûr zêde bike. Ji bo êrîşên li hember Rojava bi hikûmeta Iraqê re li hev kiriye.”
 
‘Qad hedef hatine girtin’ 
 
Devrîmê bi lêv kir ku 22’yê Nîsanê roja Rojnamegerên Kurd e û wiha domand: “Di rojek wisa de Belçîka êrîş dike. Dema êrîş li hember Roj TV ya 2012’an ez li wir bûm. Wê demê buro xistibûn bin dorpêçê lê hevalan gotin niha bajarê ku studyo lêbû ye dorpêç kirine. Êrîşa niha hîn plankirî ye. Êrîşên înkar û îmhayê yên li hember Kurdan di asta dewletên navneteweyî de tên kirin. Çepemeniya azad nikare bê bêdengkirin. Çapemeniya azad a Kurd her diçe xurt dibe.”
 
‘Em bi binçavkirinê hatin tehdîdkirin’
 
Edîtora Medya Haber TV Heval Arslan  jî bertek nîşanê êrîşa bi ser şîrketên prodoksiyon û bernameyê yên Stêrk û Medya Haber da û got saet di 01.00’ê de serdegirtin çêbûye û nêzî 200 tîmên taybet hatine. Hevalê wiha got: “Çawa me agahî girt em hatin saziyê. Lê di rê de pêşî li me girtin. Nehiştin em biçin saziyê. Em bi binçavkirinê tehdîd kirin. Çar saet şûnde em çûn televîzyonê û em bi tabloyek talanê re hatin rû hev. Derî hatibûn şikandin, deriyên vekirî jî şikandibûn. Kabloyên kamerayan hatibûn birîn. Her der hatibû wêrankirin.”
 
‘Ji salên 90’î em heta îro hatin’
 
Hevalê di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Em bi tabloyeke wek zextên Tirkiyeyê re hatin rû hev. Me rojekê xwe li Tirkiyeyê hîs kir. Heman rêbaz heman nêzîkatî. Tevî em rojnameger bûn nehiştin em nûçeyan çêbikin. Min li ser çapemeniya civakî weşana zindî dikir dîsa ez bi binçavkirinê tehdîd kirim. Dest danîn ser qertên nasnameya me. Ev ne cara yekemîn e, bû sê car bi ser televîzyona vir de tê girtin.  Planên dewleta Tirk hene. Dixwaze li Başûr û Rojava êrîşên nû oprasyonên nû bike. Vê aşkera dibêje. Serdana Erdogan a Bexda û Hewlêrê li holê ye. Êrîş ji salên 90’î de hene. Lê nikarin dengê heqîqetê bibirin. Em ê her tim di vê rê de bin. Me bedelên mezin dan. Kes nikare heqîqetê bide sekinandin."