DBP: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin

  • 14:06 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - DBP’ê têkildarî operasyona li dijî xebatkarên çapemeniyê daxuyaniyek da û wiha got: “Weke heta îro, em ê ji îro û şunde jî li cem Çapemeniya Azad bin. Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin.”
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî zext û operasyonên binçavkirinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha gotin: “Ev tiştên serê sibê qewimîn nikare ji berxwedana gelê kurd a kolanan û sekna rast cuda bigirin dest.”
 
'Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin'
 
DBP’ê diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji heqîqetê ditirse û hedefgirtina Çapemeniya Azad ne tesaduf e û wiha got: “Dîsa em bi rastiya ku welatên Ewropayê yên ku behsa azadiya çapemeniyê dikin, li ser azadiya raman û îfadeyê raporan diweşînin û her roj civînan li dar dixin re rû bi rû ne ku di daxuyaniyên çapemeniya kurd dikin hedef de jî hevkar in. Ev rewş ne tenê ji bo kurdan ji bo saziyên çapemeniyê yên li cîhanê, rojnamevan û azadiya fikir û ramanê jî rewşeke bi fikar e. Di dawiyê de hemû êrişên li ser demokrasî, azadî û heqîqetê mehkûmî têkçûnê ne. Weke DBP, em ê weke heta îro, ji îro û şunde jî li cem Çapemeniya Azad bin. Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin.”