Banga rojnamegeran: Em piştevaniyê bidin ên heqîqetê radigihînin

  • 12:39 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Rojnamegerên bertek nîşanî operasyona binçavkirina xebatkarên çapemeniya azad û biserdegirtina televizyonên kurdan ên li Belçîkayê dan wiha gotin:"Em piştevaniyê bidin kesên heqîqetê radigihînin."
 
Bi çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di saetên serê sibehê de bi ser gelek navnîşanan de hatin girtin. Derbarê lêpirsînê de tu agahî nehat bidestxistin. Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) jî di nav de Enes Sezgin, Esra Solin Dal, Saliha Aras, Yeşim Alıcı, Beste Argat Balci, Şirin Ermiş û Dogan Kaynak hatin binçavkirin. Gelek aliyan bertek nîşanî girtina rojnamegeran dan û peyama xwe ya piştevaniyê bi JINNEWS'ê re parve kirin. 
 
Êrişên hemdemî yên li Belçîka û Tirkiyeyê 
 
Rojnameger Pinar Gayip, 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî  ya ket sala 126'an bi bîr xist û got:"Vê serê sibehê hem li Belçîkayê hem jî li Tirkiyeyê li dijî kedkarên çapemeniya azad operasyon hat kirin. Li Belçîkayê bi ser saziyên weşanê de girtin û weşan birîn. Dixwazin dengê gelê kurd û gelê bindest qut bikin. Li Stenbol û Enqereyê hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin. Ev êriş ne yên ewil in. Lê belê vê carê hem li Belçîka hem li Tirkiyeyê bi awayekî hemdem pêk hat. Em ê wekî kedkarên çapemeniya azad bi hevalên xwe yên rojnameger re di nava piştevaniyê de bin. Em bang dikin ku li dijî êrişên li ser çapemeniya azad piştevanî hîn xurtir bibe."
 
'Rojnamegerî ne sûc e'
 
Endama Lijneya Rêveberiya DÎSK Basin-Îş'ê  Ayşe Duzkan wiha got:"Ev êrişên li dijî rojnamegeran astengkirina girtina mafê nûçeyan e. Em careke din dibêjin em bêdeng namînin, çimkî em dizanin ku pêdiviya me gişan ji zanîna rastiyê heye. Rojnamegerî ne sûc e."
 
'Rojnamegeran serbest berdin'
 
Rojnameger Evrim Kepenek da zanîn ew li welatekî demokratîk najîn û wiha got:"Rojnamegerên kurd di bin zextan de dijîn. Ev rojnamegerên hatine binçavkirin dengê heqîqetê radigihînin. Rojnamegerî ne sûc e, rojnamegeran serbest berdin, pîşeya me serbest berdin."
 
'Divê em piştevaniyê xurt bikin'
 
Rojnameger Devrim Findik wiha got:"Li dijî êrişên li ser rojnamegerên kurd ên dibin dengê gel divê piştevanî hîn xurtir bibe. Divê rojnamegerên hatine binçavkirin serbest bên berdan."