Di Desteya Giştî ya KNK’ê de pêşniyara çareseriya ji bo krîza Rojhilata Navîn

  • 19:02 20 Nîsan 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Desteya Giştî ya KNK’ê de hat diyar kirin ku krîza li Rojhilata Navîn bi fikrên Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan dikare çareser bibe. 
 
Civîna dema navber a Desteya Giştî ya 22’yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Den Haag ê Hollandayê bi tevlîbûna bi sedan delegeyan dewam dike. 
 
Di civînê de nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî mafê axaftinê girtin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal wiha got: “Ev civîn di pêvajoyeke dîrokî de tê lidarxistin. Li Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin. Di vê pêvajoya dîrokî de gelê Kurd li her çar parçeyan, bi moral û motîvasyoneke girîng têdikoşe.”
 
‘Gel têkoşîna xwe bilind kir’
 
Remzî Kartal di axaftina xwe de qala krîza li Rojhilata Navîn jî kir û anî ziman ku çareserî di paradîgmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ye. Remzî wiha pêde çû: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 25 sal in li Îmraliyê dîlgirtî ye. 3 sal in em agahî jê nagirin. Ev tecrîda giran di heman demê ji bo dewamkirina şerê li dijî gelê Kurd, tê pêkanîn. Lewma li dijî Rêber Apo tecrîda giran pêk tînin. Dewleta Tirk ji van pêvajoyan encam wernegirtiye û ber bi têkçûnê ve diçe. Di civîna me de wê di vê çarçoveyê de nîqaş bên kirin û biryar bên dayîn. Bila hemû cîhan bizane ku gelê Kurd wê di nava yekdengî û yekîtiyê de bibe xwedî helwest. Têkoşîna ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li hemû cîhanê hate meşandin. Bi taybetî bi têkoşîna ku 6 mehên dawî tê meşandin, ev mijar ket rojeva raya giştî ya cîhanê. Bi vê çalakiyê gelê Kurd daxwaz û têkoşîna xwe bilind kir.”
 
‘Divê alî xwe zelal bikin’
 
Remzî destnîşan kir ku îradeya gelê Kurd dewleta Tirk paşve biriye û ev tişt got: “Ev pêla faşîst şikest. Di konsepta wan a şer de şikestineke mezin derket holê. Vê dewletê hemû derfetên xwe seferber kir, dixwest di şer de encamê werbigire. Lê li hemberî gel û gerîla, di vî şerî de encam wernegirt. Piştî hilbijartinê amadekariya şerekî mezin dihat kirin. Eger hêz û baweriya wî hebûya, wê heta niha karîba vî şerî bimeşîne. Zehmetiyê dibîne. Lewma dixwaze piştgiriyê bistîne. Serdana dewletên Iraq û Ereban, dewletên Ewropa û Emerîkayê dike û piştgiriyê dixwaze. Ev di heman demê de îspata vê yekê ye; dewleta Tirk nikare li hemberî Gerîlayên Azadiyê encam werbigire. Hilweşîna dewleta Tirk ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê wateya azadiyê. Lewma divê ne tenê weke partiyekê, divê weke gelekî em helwestekê zelal bikin ku hemû alî û siyasî di nav de bin. Bila hemû tevger û partiyên me yên siyasî bibin xwedî helwesteke neteweyî.”