Ji bo çalakiya girtiyan a ‘boykotê’ bang: Bila tecrîd bidawî be!

  • 09:05 19 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Girtiyên siyasî yên bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd ji 27’ê Mijdara 2023’yan ve di greva birçîbûnê de bûn, ji  4’ê Nîsanê veguherandin qonaxeke nû. Xizmên girtiyan bang kirin ku divê demildest polîtîkayên tecrîdê bidawî bin.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a  Îmraliyê girtiye ev 37 mehe tu agahî nayê girtin. Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribû û di astek nû de didomînin. Li Erdîş a Wanê xizmên girtiyan bertek nîşanê polîtîkayên tecrîdê dan.
 
Xizma girtî Îran Ergun da zanîn ku kurê wê Taner Ergun yê li girtîgeha Tîpa E ya Burdurê girtiye, ji 4’ê nîsanê şûnde çalakiya greva birçîbûnê wek ‘boykota hevdîtina telefon, malbat û dadgehê’ didomîne. Îranê wiha vegot: “Ji ber boykotê 3 hefteya kurê xwe nabînim. Kurê min ji ber boykotê dernakeve hevdîtinê. Sê hefteye naçim hevdîtinê. Ji ber telefonê venake em dengê wî jî nabihizin. Heta tecrîda ser Birêz Ocalan ranebe wê tecrîda li ser gelê Kurd û zarokên me jî ranebe.”
 
‘Bila girtiyên siyasî bên berdan’
 
Îranê di berdewamiyê de ev tişt bi lêv kir: “Kurê min Taner Ergun berê li girtîgeha Kalkandere ya Rizeyê bû. Lê mehek berê surgunê Tîpa E ya Burdurê kirin. Ji ber dest bi grevê kirin girtî ji hev durxistin. Em rewşa zarokên xwe nizanin û em xemgîn dibn. Bila girtî bên berdan. Bila tecrîd bêrakirin. Em hemû di bin tecrîdê de ne.”
 
‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’
 
Azîze Çakir jî destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştiye û wiha dirêjî dayê: “Bi salane em têdikoşin. Em bi salane têkoşîna aştiyê didin. Zarokên me li hundir em jî li derve tên darizandin. Em Kurd in. Zimanê me heye. Bi zimanê xwe axaftin ne sûc e. Girtî dikevin grevê. Divê ji bo girtiyan hiqûq hebe.”
 
Divê tecrîd bidawî be
 
Adalet Sayat jî destnîşan kir ku biraziyê wê Ferît Şahîn li girtîgeha Tîpa T ya Tokatê ye, tevî pêvajoya girtina wî temam bûye bi awayekî kêfî nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Divê dawî li van polîtîkayan bê. Divê ev tecrîd demildest bidawî be. Abdullah Ocalan îradeya vî gelî ye. Lîderê vî gelî ye. Divê tecrîd bê rakirin. Desthilatdarî vê qebûl neke jî hemû cîhan vê qebûl dike.”