Peykerê jinê yê hat rakirin, dîsa hat danîn

  • 16:44 18 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Peykerê jinê yê ji aliyê Serokê AKP'yî yê Şaredariya Rezanê ve bi hinceta "Em nikarin nimêj bikin" hatibû rakirin ji aliyê şaredariya DEM Partiyê ve dîsa li baxçeyê şaredariyê hat danîn. 
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 2019'an de Şaredariya Rezana Amedê ketibû destê HDP'ê. Tevî vê piştre YSK'ê mazbata da Huseyin Beyoglu yê AKP'yî. Peykerê jinê yê ji aliyê Serokê AKP'yî yê Şaredariya Rezanê ve bi hinceta "Em nikarin nimêj bikin" hatibû rakirin ji aliyê şaredariya DEM Partiyê ve îro dîsa li baxçeyê şaredariyê hat danîn. 
 
Piştî peyker hat danîn bi tevlibûna hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz û aktivîstên TJA'yê daxuyanî hat dayin. 
 
Hevşaredar Leyla Ayaz, bi bîr xist ku peyker ji aliyê hevşaredara berê Yuksel Baran ve diyarî jinan hatibû kirin û wiha got: “Rêveberiya AKP’ê bi hinceta ‘em dixwazin li vir nimêj bikin, peykerê jinê heye, guneh e’ peyker rakiribû. Bi vî awayî nîşandan ku destkeftiyên jinan çawa dagirkirine.”
 
Leyla, destnîşan kir ku ji bo destkeftiyên jinan bi dest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.