Nobetên Edaletê yên li Êlih û Mêrdînê dewam dikin

  • 16:34 29 Adar 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN / ÊLIH - Çalakiyên Nobetên Edaletê yên li Êlih û Mêrdînê bi peyama "Bila tecrîd bi dawî bibe" dewam kirin. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin. Niha Nobetên Edaletê dewam dikin. Li Mêrdîn û Êlihê jî bi tevlîbûna gelek kesan çalakiya nobetê dewam kir. 
 
Mêrdîn
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP'ê ya li Mêrdînê bi pêşengiya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di roja 82'yemîn de dewam dike. Çalakvanên nobetê li vir stran gotin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" berz kirin. Xwişka Ferhat Kurtay, Rabia Kurtay li vir daxwazên girtiyan dubare kir. Rabiayê da zanîn wan ji bo azadiya nobet girtine û got:"Em dixwazin rêya azadiyê vebe. Em dixwazin zarokên me bên berdan. Ew doza çi didin? Doza heq û zimanê xwe didin. Ji tu kesî sadakayê naxwazin. Ev doza me ye. Em ji bo vê dozê di nobetê de ne. Em wekheviyê û mafên xwe dixwazin." 
 
Êlih 
 
Nobeta Edaletê ya li Êlihê di roja 572an de li avahiya DBP'ê dewam kir. Bi pêşengiya TUAY-DER'ê nobetê dest pê kir. Tevgere Jinên Azad (TJA), DBP, DEM Parti, Platforma Ked û Demokrasiyê çûn serdana nobetê. Safura Akin, a kurê wê Yunus Akin di girtîgehê de ya da zanîn ku zarokên wan di bin şert û mercên giran de li girtîgehan tê girtin û banga hestiyariyê ji raya giştî re kir.