Li Amedê nobed 115 roj in didome

  • 15:00 28 Adar 2024
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê di roja 115'an de bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" didome. 
 
Di 9’ê Cotmeha 1998’an de li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komploya navneteweyî dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Rêberê PKK’ê ji wê rojê ve li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 36 meh in tu gahî jê nayê girtin. Li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan di 10'ê Cotmehê de li 74 navendên cîhanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. 
 
Di 27'ê Mijdarê de jî li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê grevên birçîbûne bi heman dirûşmê hat destpêkirin. Bi dirûşma “Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan” li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Stenbol û Îzmîrê jî bi heman armancê çalakiya "Nobeda Edaletê" hat destpêkirin.
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê di roja 115'an de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Di nobedê de Halîme Topuz axivî û bal kişand ser hilbijartina herêmî û got: "Divê em dengê xwe bikar bînin. Ji bo edalet, aşti yê. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîng e."
 
Nobed bi dirûşma “Bijî berxwedana zindana” berdewam dike.