Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê rapora xwe aşkera kir

  • 14:11 28 Adar 2024
  • Rojane
 
WAN - Têkildarî 7 girtîgehan, Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê raporek amade kir. Di raporê de hat diyar kirin ku divê daxwazên girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de nin bên bicihanîn. 
 
Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ku Baroya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Wanê (Wan TUHAY-DER), Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Wanê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê di nav de rapora xwe ya têkildarî girtîgehan aşkere kir. Rapora ku Girtîgeha Tîpa F a Wanê, Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, Girtîgeha Tîpa L a Panosê, Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, Girtîgeha Tîpa T a Baybûrtê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê digire nava xwe, li Eywana Konferansa Tahîr Elçî ya baroyê hate aşkerekirin. 
 
Yek ji parêzerên OHD’ê Medenî Gur, da zanîn ku li girtîgehên di meha sibatê de serdana wan kirin, çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd hatine destpêkirin didomin. Medenî, bal kişand ku pêkanîna tecrîdê binpêkirina mafê jiyanê ye û got: “Diyar e ku girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, bi girtiyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê re xwedî heman heqan in, nabe ku pêkanînên şexsî werin kirin û ji ber vê jî mijara ku tê xwestin rakirina pêkanîna tecrîdê ye, ev jî bi awayekî zelal li dijî mewzûata hiqûqî ye.” 
 
Medenî, destnîşan kir ku yek ji pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Medenî, bi lêv kir ku ji bo ev mesele bi rêyên demokratîk û aştiyane de bên çareserkirin jî girêdayî rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û bicihanîna pergaleke hiqûqê ya li ser bingeha mafên mirovan ên azad û adil ve girêdayî ye. Medenî, ji bo rakirina tecrîdê di serî de Wezareta Edaletê bang li hemû saziyên netewî û navnetewî kirin ku bikevin nava ‘liv û tevgerê’. 
  
Medenî, binpêkirinên mafan ên ji wan re hatine ragihandin wiha rêzkirin: 
 
* Li hin girtîgehan kontrolên tenduristiyê yên rojane yên girtiyên di greva birçîbûnê de qet nayên kirin, li girtîgehên ku kontrol tê kirin jî ji aliyê bijîşkê revîrê ve nayê kirin, carna ji aliyê xebatkarê tenduristiyê ve û carna jî ji aliyê gardiyanan ve tê kirin,
 
* Li hin girtîgehan îaşeyan qet nadin girtiyên di greva birçîbûnê de, li hin girtîgehan jî xwê, şekir û karbonat tê dayîn, îaşeyên weke mast, ava fêkî hwd. nayên dayîn, bi taybetî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê îaşeyî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û destûr nayê dayîn girtî bi pereyê xwe ji kantînê danûstandinê bikin û ji ber vê yekê ji ber astengî û sînorkirinên rêveberiya girtîgehê çalakiya greva birçîbûnê veguheriye rojiya mirinê,
 
* Ji bo girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê vîtamîna B1’ê gelekî girîng e, li hin girtîgehan ne vîtamîna B1’ê ne jî vîtamîna komplex a B12’ê qet nayê dayîn,
 
* Ji me re hate ragihan din ku li hin girtîgehan cezayên dîsiplînê yên bi rengê ‘bêparhiştina ji aktîvîteyên çandî û sporê’ li hin girtîgehan ‘bêparhiştin an jî sînorkirina amûrên ragihandinê’ tên dayîn li hin girtîgehan girtiyên dikevin çalakiya greva birçîbûnê bi taybetî ji girtiyên din tên dûrxistin û têxin qawişeke cuda.”