Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ji bo DEM Partiyê bang kir

  • 13:07 28 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê bang kir ku ji bo DEM Partiyê di asta seferberiyê de piştevaniyê bikin.
 
Di daxuyaniya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) de hate gotin, "Em di demeke welê de ne ku dîktator Erdogan û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê Tirkiye û Kurdistan kiriye mîna girtîgehê, zext, tundî, birçîbûn û xizanî zêde bûye."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi destnîşankirina îradeya gel ew dikarin ji vê tarîtiya faşîzmê rizgar bibin û hate gotin, "Ji ber vê yekê hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê ji bo xwedîderketina gel a li îadeya xwe gelekî girîng e. DEM Partî ku bi gavên ji xwe bawer tevlî hilbijartinên 31'ê Adarê dibe, xeteke têkoşînê ye ku têkoşîna demokrasî û wekheviyê ya gelên Tirkiye û Kurdistanê lê bûye îrade.
 
Ji ber vê yekê weke gelên ji neteweyên cuda yên li derveyî welat, ji bo tevlîbûna bi bandor a li hilbijartinên 31'ê Adarê divê em seferber bibin ku dost, xizmên xwe tevlî hilbijartinên 31'ê Adarê bikin û bikin ku dengê xwe bidin alîgirên demokrasî û mafên mirovan. Bi bikaranîna hêza xwe ya yekbûyî weke alîgirên maf û azadiyê em bikevin nava liv û tevgerê."