Divê teşeyên têkoşînê yên li dijî tundiyê bên nîqaşkirin

  • 09:05 28 Adar 2024
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Ji Tora Parastina Jinan Çîgdem Çîdamli da zanîn ku çavkaniya tundiya li ser jinê polîtîka bêcezahiştinê ye û got divê li dijî vê rewşê teşeyên têkoşînê yên cuda bên nîqaşkirin.
 
Tundiya li ser jinê her ku diçe zêde dibe û rayedarên hikûmetê ji bo pêşî li vê bigirin tu gavê navêjin. Di vê mijarê de tevî ku daneyên fermî nayên girtin, daneyên saziyên jinan û çapemeniyê asta tundiyê derdixin holê. Li gorî çeteleya tundiyê ya ajansa me di meha sibatê de 39 jin hatine qetiklirin û 15 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di 28’ê sibatê de 8 jin, û 8 û 9’ê Adarê de herî kêm 7 jin hatin qetilkirin.
 
Ji Tora Piştevaniya Jinan nivîskar Çîgdem Çîdamli daxuyakirin ku bi taybet destkeftiyên jinan hedef tên girtin û pêvajoya tarî ya beriya feshkirina Peymana Stenbolê didome.
 
‘Tundî zêde bûye’
 
Çîgdemê got bi hewldana rêxistinên jinan û saziyên der barê mafê jinan de nûçeyan çêdikin daneyên tundiyê tên dîtin û wiha pê de çû: “Tiştekî tam em teyit bikin tune ye lê tundî zêde bûye. Ne tenê li hember jinan li hember sewalan jî zêde bûye. Bi mekanîzmayên rewakirinê desthilatdarî hemû cîhana me ji aliyê xwe ve wek parçeyek serdestiyê rewa dike. Li ku serdestî hebe li wir tundî mijara gotinê ye.Di navîna sedsala 21’ê de em di asteke ku tehemulî li hember hebuna mirov tune ye de ne. Yanî li Tirkiyeyê rojê ne 8, 18 jin dikarin bên qetilkirin.”
 
‘Mekanîzmayên frenê di dîmenan de heye’
 
Çîgdemê nirxandina xwe wiha domand: “Li Stenbolê gumanbar Îbrahîm Keloglan pisikek qetil kir û ceza negirt. Mekanîzmayên frene yên li dijî tundiya li hember jinan tenê di dîmenan de hene.  Em di hawireke ku tu ewlehya jinan tuneye de dijîn. Divê kanalên ku tundiya li ser jinê zêdetir nîqaş dikin û biaxivin, bên zêdekirin. Di erdhejê de ji 100 hezarî zêde mirov mirin. Lê hejmara di destê me de ji sêyan yek e. Mekanîzmayeke ku hesab bipirse, daxuyaniyê bide biaxive tune ye. Bi heman awayî di cînayetên kar de jî ev wisa ye. Kîjan mekanîzma qirêj ev afirandiye em nizanin. Mijara zarokên winda heye. Mînaka Gulîstan Doku heye. Di kuştinên jinan de tarîtiyeke qirêj heye.  Gumanbar tên parastin û bê ceza tên hiştin.”
 
‘Hewl tê dayîn heqîqet bê tunekirin’
 
Çîgdemê destnîşan kir ku desthilatdarî li her qadê di tundiya li hember jinê de polîtîka tunekirina heqîqetê dimeşîne û wiha bi lêv kir: “Ji ber vê jî hêsan dibe ku gelek mirinan bikin mirinên biguman. Li Tirkiyeyê xwegîhandina heqîqetê zehmet dibe. Bi taybet destkeftiyên jinan hedef tên girtin û pêvajoya tarî ya beriya feshkirina Peymana Stenbolê didome.”
 
‘Divê teşeyên nû yên têkoşînê bên nîqaşkirin’
 
Çîgdemê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di çarçoveya parastina cewherî ya femînîst de teşeyên têkoşîna nû bûne mijara nîqaşê û wiha dawî lê anî: “Di demên dawî de jin li kolanê bi êrîşan re bên rû hev jî li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê û tundiya li ser jinan mixabin teşeyê çalakiyeke raste rast pêk nayê. Tevgera jinan îro divê li dijî hemû êrîşan wek hêza berxwedanê rêxistibûnê pêk bîne. Divê li dijî vê rewşê teşeyên têkoşînê yên cuda bên nîqaşkirin.”