Ji bo wan ewilî wê jin û ciwan bên

  • 09:02 21 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizigul  da zanîn ku wê şaredariya ku qeyûman bi deyn û texrîbatan hiştiye bi gel re bi rêve bibin û got ji bo wan ya ewil projeyên ji bo jin û ciwanan bikeve jiyanê ye.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hiblijartinên 31’ê Adarê de li Gever a Colemêrgê ji sedî 78.75 den girt. Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dirî di 4’ê Nîsanê de mazbata girtin û dest bi peywirê kirin. Hevşqardaran diyar kirin ku deynê heyî yê şaredariyê 988 mîlyon û 70 hezar e.
 
Hevşaredara Geverê Şadiye Kirmizgul derbarê texrîbatên qeyûm de û wê riyeke çawa bimeşînin de axivî.
 
7 endamên jin yên meclîsê DEM Partiyî ne
 
Şadiyeyê da zanîn ku hilbijartinek dîrokî derbas kirine û got: “Me bi rêjeyek mezin serkeftin bi dest xist. Ji sedî 80’ê welatiyên Geverê çûn ser sindoqan. Bêyî ku encumenekî AKP’ê hebe me 25 kesî şaredariya xwe girt. Ji 25 encumenî 7 heb jî jin in.”
 
‘Divê jin rolek aktîf bilîzin’
 
Şadiyeyê wiha dirêjî dayê: “Jin di aştî, azadî û demokraisyê de rolek girîng dilîzin. Li dijî zîhniyeta 8 salî ya mêr jinan destkeftiyên xwe zêde kirin. Jin wê li defet û xebatên şaredariyê baldartir bin. Wê jin di afirandina pergala xebatek bi rêk û pêk û saziyan de aktîf rol bigirin. Di xizmeta ji bo gel de wê pêşengiya jinê hebe.”
 
‘Navê xizmetê heye lê îcarat tuneye’
 
Şadiyeyê balkişand ser deynê şaredariyê û wiha pê de çû: “Em çûn şaredariyê deynekî mezin hebû. Di encama lêkolînan de me ev tespît kir. Li  hember deynd di kaseya şaredariyê de 559 hezar û 664 TL hebû. Tevî bi katrîyonan pere hatiye xerckirin, ji gel re xizmet nehatiye. Navê zimetê heye lê îcrat tuneye.”
 
‘Ji bo me ewil jin û ciwan tên’
 
Şadiyeyê di berdewamiyê de wiha anî ziman: Ji bo jin, ciwan û zarokan çi hewce be em ê bikin. Yekane derdê me jin û ciwan in. Em ê projeyên xwe ji bo jin û ciwanan bikin jiyanê. Em ê pirtûkxaneyan vebikin, em ê kreşan ava bikin. Piştî 2016’an şûnde bi hişbirê ciwan qedandin. Ji vir şûnde em ê bi saziyên pêwist re pêşî li vê bigirin. Ji bo gel çi hewce bike em amade ne. Em ê qursên kurdî vebikin. Em ê hewl bibin hêjayî gelê xwe bikin.”