Partiyên siyasî çûn serdana DEM Partiyê

  • 14:53 11 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - Partiya Pêşerojê û CHP bi boneya Cejna Remezanê DEM Partî ziyaret kirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di pîrozbahiyê de axivî û got ku divê Tirkiye pirsgirêkên xwe yên sereke çareser bike. 
 
Serdanên partiyên siyasî yên bi boneya Cejna Remezanê di roja duyemîn de didomin. Di vê çarçoveyê de Partiya Pêşerojê û Partiya Gel a Komarê (CHP) hatin serdana Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Tê payîn ku Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê jî bên serdana DEM Partiyê. 
 
Şandeyên hatin Navenda Giştî ya DEM Partiyê ji hêla Cîgirê Hevserokê Giştî Ozturk Turkdogan, Parlamentera Amedê Ceylan Akça, Endamê Meclisa Partiyê (PM) Îhsan Seylan ve hatin pêşwazîkirin. Li ser navê Partiya Pêşerojê Endamê Rêveber û Parlamenterê Konyayê Hasan Ekîcî û Cîgira Serokatiya Ragihandinê Nazli Ustun hatin serdanê. 
 
'Em ê demokrasiyeke rasteqîn bînin vî welatî’
 
Di serdanê de Parlamenterê Partiya Pêşerojê Hasan Ekîcî got ku li Tirkiyeyê pirsgirêkeke mezin a demokrasiyê heye û ev tişt anî ziman: “Di her qadê de pirsgirêkên demokrasiyê hene. Rêya me dirêj e lê em ê demokrasiyeke rasteqîn bînin vî welatî. Ji ber nebûna demokrasiyê zirar digihije her kesî.” 
 
'Bi hêviya ku cejn bibe wesîleya aştiya Tirkiyeyê’
 
Piştre jî Ozturk Turkdogan axivî û wiha got: “Di esasê xwe de em dikevin serdemeke baş. Ev cejn piştî 31’ê Adarê hta. Di 31’ê Adarê de gelên me peyameke xurt a demokrasiyê dan. Hêvîdarim Tirkiye vê baş binirxîne. Em ji bo komareke demokratîk têdikoşin. Ji bo vê jî hêviya me ew e ku pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê bên çareserkirin û pêvajoya nû sûdê bide aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê. Aştiya navxweyî dê sûdê bide aştiya Rojhilata Navîn jî. Li Tirkiyeyê êşên gelê kurd kişandin her kes pê dizane. Em naxwazin êdî êş bên kişandin. Aştî girîng e. Bi hêviya ku cejn bibe wesîleya aştiya Tirkiyeyê.” 
 
Doza Kobanê
 
Bi domdarî Ozturk bal kişand ser Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê de biryar were dayîn û got ku dê li eywana danişînê ya Sîncanê bin.  Ozturk hêvî kir ku siyasetmedarên ji Doza Kobanê girtî bên berdan. 
 
Di şandeya CHP’ê de jî ji Cîgirê Serokê Giştî Volkan Demîr, endama MYK’a Baskê Ciwanan Armagan Akyuz û endamê MYK’a Baskê Ciwanan Batuhan Cakcak pêk dihat. Demîr di serdanê de axivî û cejn li tevahiya welêt pîroz kir. Volkan, anî ziman ku piştî hilbijartinê bihar hate welêt û hêvî kir ku ev bihar bidome. 
 
'Di 31’ê Adarê de peyameke xurt a demokratîkbûnê hate dayîn’ 
 
Ozturk jî got ku ew dixwazin aştî were welat û ev tişt anî ziman: “Vî welatî hêj jî pirsgirêkên xwe yên sereke çareser nekiriye. Partiya me jî ji bo demokratîkkirina komarê têdikoşe. Di 31’ê Adarê de peyameke xurt a demokratîkbûnê hate dayîn. Weke muxalefetê em ê demokrasî û aştiyê bînin vî welatî.” 
 
Volkan ê CHP’î dîsa mafê axaftinê girt û got ku ji bo gelên Tirkiyeyê bi xwişk-biratî û azad bijîn ya ku ji dest tê dê bikin. 
 
Cîgirên Hevserokên Giştî Vezîr Coşkun Parlak û Canan Çalagan û endama PM’ê Fatma Koçyîgît jî serdanên xwe yên ji bo partiyên siyasî didomînin.