'Ji bo meseleya kurd divê deriyê diyalogê bê vekirin'

  • 13:45 11 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Edeneyê tev li pîrozbahiya cejnê bû û wiha got: “Em hêvîdarin ku di vê cejnê de ji bo pirsgirêka kurd deriyên guftûgoyê bên vekirin û tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Ji bo meseleya kurd divê deriyê diyalogê bê vekirin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari bi boneya Cejna Remezanê li Edeneyê bi partiyiyan û gel re hate gel hev û cejn pîroz kir. Pîrozbahî li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê hat lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar û welatî tev li bûn. Tulay, bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got ku ew hewl didin vê pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bikin. Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê û bidawîkirina êş û eleman têdikoşin û bal kişand ser “lûtkeyên şer” ên AKP’ê. 
 
'Em têdikoşin'
 
Bi domdarî Tulay, ew ji bo ku cejn li gorî ruhê xwe bên pîrozkirin têdikoşin û wiha pê de çû: “Di Remezanê de dema mirovan rojî digirtin, yek ji bangawaziyên me yên herî girîng ew bû ku Îsraîl dadgirkeriya xwe ya li Filistînê bi dawî bike, şerê li wir bisekine û rê bidin ku alîkarî bigihije xelkê filistînî. Di vê mijarê de li seranserî cîhanê dengekî zêde bilind bû lê mixabin berteka dihat xwestin çênebû. Weke DEM Partiyê em dixwazin xelkên Rojhilata Navîn, Kurdistan, Anatoliya û Mezopotamyayê cejnên xwe weke cejn pîroz bikin. Em ji bo vê têdikoşin.” 
 
Tulay, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelên me aştî û aramiyê dixwazin. Gelên Tirkiyeyê dixwazin pêvajoyeke wiha bê destpêkirin. Lewma em di vê roja mibarek a cejnê de careke din hêviya xwe ya aştiyê û pêşîlêgirtina rijandina xwînê tînin ziman. Divê êdî li vê erdnîgariyê dengê çekan neyê. Em dixwazin li ser vê xakê di nava aştî û aramiyê de bijîn. Û hêvîdarim ku weke gelên Tirkiyeyê em bikarin mafê hemwelatiya wekhev pêk bînin ku her kes bi bîr, bawerî, nasname û zimanê xwe bijî. Têkoşîn û hewldana me ji bo vê ye.”
 
'Divê di vê cejnê de deriyên guftûgoyê bên vekirin ’ 
 
Herî dawî jî Tulay, wiha got: “Weke DEM Partiyê em careke din cejna we pîroz dikin. Hêvîdarin ku ev cejn bibe wesîleya aştî û xwişk-biratiyê. Divê di vê cejnê de deriyên guftûgoyê bên vekirin û tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin. Bi van hest û ramanan ez cejnê li tevahiya gelên me pîroz dikim.”