Hevşaredara Qaxizmanê Guner: Gel biryara xwe da û guhert

  • 09:02 10 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
QERS - Hevşaredara DEM Partiyê Guner Hatay ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de Qaxizman girt diyar kir ku ev du dem in şaredarî di destê MHP’ê de bûye û ji bo gel tu xizmet nehatiye kirin. Gunerê wiha got: “Daxwaza gel guhertina rêveberiyê bû. Biryara xwe da û guhert.”
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Kurdistanê serkeftinek mezin bi dest xist di serî de bajarên mezin, navend, navçe û bajarok 82 şaredarî bi dest xistin. Yek ji van şaredariyan jî ya Qaxizman a Qersê bûye. Gel di hilbijartinan de biryara xwe dan û piştî 10 salan şûnde rêveberiya xwe girtin, ji MHP’ê girtin û dan DEM Partiyê. Hevşaredar Guner Hatay û Mehmet Alkan hatin hilbijartin û di 3’yê Nîsanê de mazbatayên xwe girtin.
 
Hevşaredar Guner Hatay, der barê texrîbata 10 salan a MHP’ê û hilbijartinan de axivî.
 
‘Gel bêzar bibû’
 
Gunerê daxuyakirin ku xebatên hilbijartinê ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dîtiye û jinan di van hilbijartinan de rolek girîng lîstiye. Gunerê bi lêv kir ku gelek xebat meşandine û wiha got: “Gel ji rêveberiya 10 salan bêzar bibû. Li her derê kêmasî û gilîkirin dihatin ziman. Gel xwe amade kiribû.”
 
‘Pêşbirkek zehmet bû’
 
Gunerê da zanîn hilbijartin pêşbirkek zehmet bû û wiha dirêjî dayê: “Li navçeyê 6 partî, 2 namzetên serbixwe bi giştî 8 namzet ketin hilbijartinê. Pêşebirkek zehmet bû. Li her derê nêzîkatiya pergalê cuda bû. Hewl dan me bitirsînin, bi belavkirina qert, pere sedeqeyan hewl dan dengên gel bigirin. Şaredarî 10 sal bû di destê MHP’ê de bû. MHP’ê xwe pir bi hêz didît. Evqas bixwe bawer bûn ketin hilbijartinê. Ev jî têr nekir 700 hilbijêrên veguhestî anîn. Lê gel ji wan ne kêfxweş bû. Tu xizmet ji bo gel nehatibû kirin. Her der dagir kiribûn. Ji hilbijartinê re demek kurt ma abîdeyek li navenda navçeyê çêkirin. Niha ji bo em ji gel re xizmetê bikin em ê li şaredariyê lêkolînan bikin. Em ê di encama vê de dest bi xebatan bikin. Em ê bi taybet ji bo jin û ciwanan, di mijara îstîhdam û çandê de xebatan bimeşînin. Koperatîf ji bo me girîng in. Me ev ji gel re gotin lê nizanim me baş da fêmkirin an na. Em ê vê her tim ji gel re bêjin. Navçeya me bi darên fêkiyan tên zanîn. Çavkaniya debarê ne. Sêv û mişmiş zêde hene.  Çemê Aras di nav navçeyê de derbas dibe. Lê em pirsgirêka avê dijîn. Em ê pirsgirêka avê çareser bikin.”
 
‘Tu xizmet nehatiye kirin’
 
Gunerê destnîşan kir ku du dema berê şaredarî dîsa bi xespkirinê ji destê wan hatiye girtin. Gunerê di vê mijarê de ev nirxandin kir: “Tevî me şaredarî bi dest xistibû, di encama lîstik, pevçûnan de şeva dawî AKP-MHP bûn yek û şaredarî girtin. Piştî vê tu xizmet tunebû. Yekane tişta kirin derfet ji bo alîgirên xwe pêşkêş kirin. Li bajar împaratoriya tirsê afirandin. Bi giştî alîgirên xwe xwedî kirin. Şaredariyeke ku hatibû xespkirin hebû. Lê gel jî biryara xwe da û ew ceza kirin.”
 
‘Gel ji bo guhertinê bi biryar bû’
 
Gunerê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser navçeyê û wiha dawî lê anî: “Qaxizman navçeyek mezin e.  Nêzî 25 hezar serjimara wê heye. Em gundan jî tevli vê bikin 45 hezar e. Gundî hema hema her roj ji bo karên xwe tên navçeyê. Hewcedariyên xwe ji navçeyê peyda dikin. Lê beramberê vê nabînin. Li navçeyê nexweşxane heye lê doktor tune ye. Xwarinên dixwazin nikarin bibînin. Yanî bi kurtasî ev der wek gundekî ye. Belê li vir 3 HES hatine çêkirin, lê tu fêdeya wê tune ye. Şîrketên hatine avakirin ji alîgiran re tên pêşkêşkirin. Ji bo xizmetê tu tiştek nayê kirin. Lê gel bi biryar bû û biryara xwe da, rêveberî guhert.”